Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî peydeçûna Tora Medyayî ya Rûdawê, di vê mehê de bi 56 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Heft ji wan êrişan di 24 demjimêran de hatine kirin. Her wiha hejmara kesên ku canê xwe ji dest daye jî derket 32 kesan.
Li gorî amarên Rûdawê, di vê mehê de bi 38 dronan û mûşekekê êrişî parêzgeha Hewlêrê hatiye kirin.
Her wiha bi 10 mûşek û 6 dronan êrişî parêzgeha Silêmaniyê hatiye kirin.
Êrişa herî dawî îro li gundê Enebê yê li parêzgeha Helebceyê hat kirin. Li gorî zanyariyên destpêkê, tenê zererên madî çêbûne.
Her wiha şeva 21ê Tîrmehê, li asmanê Hewlêrê 6 êrişên cuda ji aliyê pergala parastina asmanî ya Hevpeymanan ve hatin têkşikandin.
Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) jî ragihand ku ji êrişên şeva borî "pênc ji wan mûşek bûn".
PAKyê diyar kir ku ew mûşek ber bi baregeha Çemşarê ya partiya wan ve hatibûn avêtin û Hevpeymanan ew bêbandor kirine.
21ê Tîrmehê jî Pêşmergeyekî birîndar ku 17ê Tîrmehê di êrişa Zergwezeleya Silêmaniyê de birîndar bûbû, şehîd ket.
Di wê êrişê de 9 Pêşmergeyên heman partiyê şehîd ketibûn.
Amara mehên borî û bajar bi bajar
Meha borî jî bi 13 dronan û du mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hat kirin.
Ji wan 9 dron û du mûşek li parêzgeha Hewlêrê ketin.
Her wiha bi du dronan parêzgeha Silêmaniyê û bi du dronan jî navçeya Akrê ya parêzgeha Dihokê hatin armancgirtin.
Ji destpêka şerê navbera Amerîka û Îsraîlê û Îranê ku 28ê Sibatê dest pê kiribû heta niha, Herêma Kurdistanê bi 929 dron û mûşekan hat armancgirtin.
Di encamê de 32 kesan canê xwe ji dest da û 147 kesên din jî birîndar bûn.
Hejmara êrişan li gorî parêzgehan:
Parêzgeha Hewlêrê: 634 êriş
Parêzgeha Silêmaniyê: 261 êriş
Parêzgeha Dihokê: 31 êriş
Parêzgeha Helebceyê: 3 êriş
Ziyanên canî yên êrişan
Di encama van êrişan de 32 kes şehîd ketin. Ew jî bi vî rengî ne:
7 Pêşmergeyên Fermandariya Herêma Yekê ya navçeya li Xelîfanê yê parêzgeha Hewlêrê, karmendekî asayîşê yê Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê, jin û mêrek ku di mala xwe de hatin şehîdkirin, 19 Pêşmergeyên pênc partiyên Rojhilatê Kurdistanê û kurê Pêşmergeyekî Rojhilatê Kurdistanê. Du kesên din jî leşkerekî Fransayê û leşkerekî Amerîkayê bûn ku li Hewlêrê miribûn.
Li gorî amarên Rûdawê, kesên ku di êrişan de birîndar bûne wiha ne:
29 Pêşmergeyên Fermandariya Herêma Yekê ya li Îdareya Serbixwe ya Soranê, 3 karmendên asayîşê yên Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê, 3 Pêşmerge, du parêzvanên taybet ên li baregeha berê ya Neteweyên Yekbûyî ya li Silêmaniyê, parêzvanekî Otêla Titanicê ya li Silêmaniyê, du karmendên parastina sivîl a Xelîfanê, du Pêşmergeyên Hêzên 70yî yên Pêşmergeyan, sê kesên di bombebarana Tasluceyê ya Silêmaniyê de û polîsek.
Her wiha di nav birîndaran de 18 sivîl hene. Birîndarên din jî Pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê û 5 leşkerên Fransî yên li Hewlêrê bûn.



