Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrişên dawî yên li ser herêmê bi tundî şermezar kirin û ragihand ku ev kirdar ne tenê Herêma Kurdistanê, aramiya hemû herêmê dikin armanc.
Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya.
Di civînê de mijarên ewlehî, xizmetguzariyên giştî û aborî hatin gotûbêjkirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî civînê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku Encumena Wezîran êrişên li ser herêmê bi tundî şermezar dike.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyê de got:
"Armanca van êrişan ne tenê têkdana ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê ye, her wiha aramiya hemû herêmê dike armanc."
Her wiha hat destnîşankirin ku Herêma Kurdistanê ne aliyekî şer e û hat gotin, "Herêma Kurdistanê her tim bûye faktora aştî û aramiyê."
Di daxuyaniyê de bangî rawestandina êrişan hat kirin.
Di civînê de ji bo hêsankirina dayîna cezayên trafîkê yên welatiyan biryar hat dayîn ku dema daxistina cezayan were dirêjkirin.
Piştî rapora ku ji aliyê Birêvebirê Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ve li ser bazara sotemeniyê hat pêşkêşkirin, Encumena Wezîran ferman da ku bihayê sotemeniyê di bin kontrolê de were girtin.
Encumena Wezîran her wiha xwest ku li stasyonên sotemeniyê kontrolên li ser biha û kalîteyê werin tundkirin û dabînkirina sotemeniyê were zêdekirin.



