Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tirkiyeyê piştî 8 salan ji gundên Basil û Çiyê yên herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê vekişiya.
Tirkiyeyê ev gund wekî baregehên leşkerî bi kar dianîn.
Muxtarê gundê Basilê Mihemed Hesen Heyder Miqdad li ser vegera gundiyan û rewşa dawî ya gund ji Rûdawê re axivî.
Artêşa Tirkiyeyê ji gundan vekişiya
Ji 2018an ve, pênc gundên Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve wekî qadên leşkerî dihatin bikaranîn.
Di heman demê de rê li ber vegera xelkê hatibû girtin.
Mihemed Hesen eşkere kir ku hêzên Tirkiyeyê doh ji gundên Basil û Çiyê derketine.
Lê belê li gorî gotina muxtar, artêşa Tirkiyeyê hîn jî ji sê gundên din ên herêmê derneketine.
"Mal hatine talankirin û zerereke mezin heye"
Muxtar Mihemed Hesen li ser rewşa malên gundiyan diyar kir ku gund gelekî hatiye xerabkirin.
Mihemed Hesen da zanîn, "Berê li Basilê nêzîkî 400 mal hebûn û gundekî mezin û ava bû lê belê piştî dagirkirinê, gelek mal hatine talankirin û rûxandin."
Mihemed Hesen her wiha got, "Heta niha nêzîkî 30 malbatan vegeriyane ser malên xwe. Gundî niha malên xwe paqij dikin.
Em li bendê ne ku di demeke nêzîk de ev hejmar bibe 50 û piştî re jî bigihîje sed malî."
Li gund krîza av û elektrîkê
Gundê Basilê niha bi pirsgirêkên giran ên xizmetguzariyê re rû bi rû ye.
Muxtarê gund da zanîn ku li gund av û elektrîk nînin û ev yek jiyana gundiyan zehmet dike.
Mihemed Hesen bangî birêvebirên herêmê, Hikûmeta Sûriyeyê û bi taybetî jî Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî kir ku ji bo jinûveavakirina gund û dabînkirina pêdiviyên sereke alîkariya wan bikin.
Li Bonnê civîna ji bo Basilê
Ji bo jinûveavakirina gundê Basilê, li Ewropayê jî amadehî tên kirin.
Li gorî zanyariyan, 2yê Tebaxê li bajarê Bonnê yê Almanyayê civînek tê lidarxistin.
Ev civîn dê di navbera saet 14:00 û 18:00an de bê lidarxistin.
Armanc ji vê civînê peydakirina piştgiriyê ye ji bo avakirina gund.
Piştî peymana di navbera HSDyê û Hikûmeta Sûriyeyê de, pêleke mezin a vegerê dest pê kiriye.
Heta niha nêzîkî 11 hezar malbatên Efrînî ku li herêmên Cizîrê û Kobaniyê bûn, berê xwe daye gund û bajarên xwe yên li Efrînê.


