Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Îraqê dest bi gavên destpêkê yên amadekirina projeyasaya budceya giştî ya sala 2027an kir lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hîn bi awayekî fermî nehatiye beşdarkirin.
Alîkarê Wezareta Plandanînê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku ew di hewldana amadekirina daxwaz û projeyên xwe de ne ku zû bidin Bexdayê.
Alîkarê Wezaretê her wiha diyar kir ku divê para Herêma Kurdistanê li gorî amarên nû yên nifûsê ku zêdetirî ji sedî 14an e were diyarkirin.
Amadehî ji bo budceya 2027an li Bexdayê ji aliyê Wezareta Darayî û Wezareta Plandanînê yên federal ve dest pê kiriye.
Alîkarê Wezareta Plandanînê ya Herêma Kurdistanê Sîrwan Mihemed di bultena saet 12:00an a Tora Medyayî ya Rûdawê de axivî û got:
"Salên borî jî beşdariya Herêma Kurdistanê di dema amadekirina budceyê de ne bi wî awayî bû.
Ew li Bexdayê mijûlî nirxandina budceya 2027an in.
Em di Wezareta Plandanînê de li gel wezaretên têkildar dixebitin, bi taybetî li ser wan projeyên ku bi rêya deynên welatên xêrxwaz tên bicihkirin ku zûtir ji Wezareta Plandanînê ya Federal re bişînin."
Sîrwan Mihemed bal kişand ser wê yekê ku ew li gel hevtayê xwe yê li Bexdayê axiviye û jê re ragihandiye ku divê projeyên girêdayî deynên navneteweyî di budceya 2027an de cih bigirin.
Yek ji wan xalên ku hîn zelal nebûye ew e ka dê budce ji bo 3 salan be yan tenê ji bo salekê be.
Sîrwan Mihemed pêşbînî dike ku ji ber nearamî û nediyariya rewşa aborî ya Îraqê, budceyeke salekê û biçûk were danîn.
Yek ji xalên herî girîng ên nakokiyê yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de yên li ser mijara budceyê, diyarkirina para Herêma Kurdistanê ye.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez dike ku divê para wê li gorî wê amara ku Wezareta Plandanînê ya Îraqê belav kiriye ji sedî 14,1 be ku hejmara nifûsa Herêma Kurdistanê bi 6 milyon û 553 hezar kesan diyar kiriye.
"Bexda qala ji sedî 12,68an dike"
Sîrwan Mihemed li ser vê mijarê got:
"Divê par wekî ji sedî 14 were diyarkirin. Me Bexda agahdar kiriye ku divê ew hejmar bibe bingeh."
Mihemed da zanîn ku Wezareta Plandanînê ya Îraq hewl daye ku wê rêjeyê kêm bike "bi hinceta ku kesên biyanî û koçber tê de hene lê belê ev yek ji aliyê me ve hat redkirin û nikarin bi fermî destkariyê di wê rêjeyê de bikin."
Sîrwan Mihemed anî zimên ku Bexda hîn qala rêjeya "ji sedî 12,68an" dike û da zanîn:
"Herêma Kurdistanê bi vê yekê razî nabe.
Me berê jî ev qebûl nekiribû û me ew agahdar kirine."
Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze vê carê zûtir beşdarî gotûbêjab bibe da ku rê li ber wan pirsgirêkan bigire ku di yasaya budceya 3 salî ya borî de derketibûn holê.
Li gorî gotina Sîrwan Mihemed, mijara "xercê kiryarî" di salên borî de bûbû sedem ku pereyekî kêmtir ji mafê wê bigihêje Herêma Kurdistanê:
"Nabe ku ev tişt bimîne. Divê gelekî bi hûrgilî lê binêrin û neyê hiştin ku tiştekî wiha derbas bibe.
Çimkî dema ku çû nav yasayê sererastkirin û destkariya wê dê gelekî zehmet be."


