Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, otomobîlek qulibî û 3 kes mirin, kesek jî birîndar bû.
Şeva borî li kîlometreya 25an a rêya Siwêreg-Amedê, otomobîla ku şofêr Îhsan Kesîkê 27 salî dajot, ji rê derket û qulibî.
Di qezayê de Hamza Kesîkê 41 salî, Safiye Kesîka 53 salî û Mizgîn Kesîka 30 salî li cihê bûyerê mirin, şofêr Îhsan Kesîk jî birîndar bû.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê, tîmên parastina şaristaniyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê Îhsan Kesîk bir Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.
Tîman cenaze jî birin morga nexweşxaneyê.



