Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî agahiyên Rûdawê, beşeke zêde ya geştên asmanî yên şirketên navneteweyî yên ber bi balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê ve hatine betalkirin.
Tevî vê yekê, asmanê Îraq û Herêma Kurdistanê vekirî ye û geştên şirketên Fly Erbil û Iraqi Airwaysê yên navxwe û cîhanê berdewam dikin.
Li gorî agahiyên balafirgehan, di nava 24 saetan de 14 geştên balafiran ên ber bi Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ve hatine betalkirin.
Her wiha du geştên ber bi Balafirgeha Navneteweyî ya Celal Talebanî ya li Silêmaniyê ve jî hatine betalkirin lê Fly Erbil geştên xwe didomîne.
Fly Erbil geştên xwe didomîne
Birêvebirê şirketa Fly Erbilê Lewend Memûndî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:
"Geştên me bi awayekî asayî û li gorî xişteya diyarkirî di dema xwe de bi rê ve diçin."
Lewend Memûndî diyar kir ku balafirên wan îro di dema xwe de gihîştine Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê û geştên wan ên din jî dê di dema diyarkirî de îro bigihêjin balafirgehê.
Geştên ku hatine betalkirin
Geştên îro yên Hewlêrê yên ku hatine betalkirin:
· Geşta Stenbol - Hewlêrê, diviyabû saet 00:30î bigihîşta Hewlêrê, hat betalkirin.
· Geşta Stenbol - Hewlêrê, diviyabû saet 04:00î bigihîşta Hewlêrê, hat betalkirin.
· Geşta Stenbol - Hewlêrê, diviyabû saet 06:40î bigihîşta Hewlêrê, hat betalkirin.
· Geşta Aman - Hewlêrê, diviyabû saet 06:50î bigihîşta Hewlêrê, hat betalkirin.
· Geşta Stenbol - Hewlêrê, diviyabû saet 07:30î bigihîşta Hewlêrê, hat betalkirin.
· Geşta Stenbol - Hewlêrê, diviyabû saet 08:05an bigihîşta Hewlêrê, hat betalkirin.
· Geşta Stenbol - Hewlêrê, diviyabû saet 08:50î bigihîşta Hewlêrê, hat betalkirin.
· Geşta Stenbol - Hewlêrê, diviyabû saet 09:00î bigihîşta Hewlêrê, hat betalkirin.
· Geşta Stenbol - Hewlêrê, diviyabû saet 09:20î bigihîşta Hewlêrê, hat betalkirin.
· Geşta Dubaî - Hewlêrê, diviyabû saet 16:30î bigihîşta Hewlêrê, hat betalkirin.
· Geşta Antalya - Hewlêrê, diviyabû saet 16:30î bigihîşta Hewlêrê, hat betalkirin.
· Geşta Doha - Hewlêrê, diviyabû saet 21:00î bigihîşta Hewlêrê, hat betalkirin.
· Geşta Aman - Hewlêrê, diviyabû saet 21:00î bigihîşta Hewlêrê, hat betalkirin.
· Geşta Antalya - Hewlêrê, diviyabû saet 21:05an bigihîşta Hewlêrê, hat betalkirin.
Geştên Balafirgeha Celal Talebanî yên ku hatine betalkirin:
· Geşta Doha – Silêmaniyê, ji aliyê Qatar Airwaysê ve hat betalkirin.
· Geşta Stenbol – Silêmaniyê, ji aliyê şirketa Pegasusê ya Tirkiyeyê ve hat betalkirin.
Geştên ku gihîştine yan jî dê bigihêjin
Geştên îro yên ku gihîştine Hewlêrê yan biryar e bigihêjin:
· Geşta London - Hewlêrê ya şirketa UR Airlinesê (Fly Erbil), diviyabû saet 00:50î bigihîşta Hewlêrê, gihîştiye.
· Geşta Koln - Hewlêrê ya şirketa UR Airlinesê, diviyabû saet 05:20an bigihîşta Hewlêrê, gihîştiye.
· Geşta Qahîre - Hewlêrê ya şirketa Egypt Airê, diviyabû saet 05:20an bigihîşta Hewlêrê, gihîştiye.
· Geşta Stuttgart - Hewlêrê ya şirketa UR Airlinesê, saet 17:00 dema gihîştina wê ye.
· Geşta Dusseldorf - Hewlêrê ya şirketa UR Airlinesê, saet 17:10 dema gihîştina wê ye.
· Geşta Bexda - Hewlêrê ya şirketa Iraqi Airwaysê, saet 19:30 dema gihîştina wê ye.
Geştên îro yên ku gihîştine Balafirgeha Celal Talebanî ya li Silêmaniyê:
· Doha – Silêmanî, ji aliyê Qatar Airwaysê ve saet 07:04an gihîştiye.
· Bexda – Silêmanî, ji aliyê Iraqi Airwaysê ve saet 07:51ê gihîştiye.



