Hewlêr (Rûdaw) - Ciwanekî 30 salî yê ji Mehabadê li navçeya Pîranşarê ya parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê ketiye Çemê Ligbinê û miriye.
Birêvebirê Saziya Agirvemirandinê ya Mehabadê Serdar Fedakarmukrî ragihand ku ew ciwan doh li gel çend hevalên xwe ji bo çiyageriyê çûye wê herêmê.
Hat diyarkirin ku ew ciwan ji bilindahiyeke çend metreyî ketiye nav Çemê Ligbinê.
Ji ber ku av kûr bûye û wî avjenî nizanîbûye, nekariye xwe rizgar bike û xeniqiye.
Serdar Fedakarmukrî diyar kir, ji ber ku herêm çiyayî ye û di rêya çem de şelale hene, derxistina cenazeyê demeke dirêj girtiye.
Piştî hewlên çend saetan ên tîmên parastina sivîlan, cenazeyê wî ciwanî ji avê hat derxistin.
Birêvebirê nahiyeya Lacanê ya Pîranşarê Mehran Îbrahîmî eşkere kir ku navê wî ciwanî Nasir Teberze ye.
Nasir Teberze 30 salî bû û ji gundê Qeşqoneyê yê Mehabadê bû.
Li gorî amaran, par li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 888 kes di gol û çeman de xeniqîn ku ji wan 748 mêr û 140 jî jin bûn.



