Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê xebatên xwe yên pirzimanî berfireh kir.
Li Navenda Bangê ya ALO 153yê piştî Tirkî û Kurmancî, xizmeta bi Kirmanckî (Zazakî) jî hat zêdekirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê daxuyaniyek belav kir.
Şaredariyê di daxuyaniya xwe de wiha got:
“Şaredariya me ya Bajarê Mezin, di çarçoveya xebatên şaredariya pirzimanî de li Navenda Bangê ya ALO 153yê bi Zazakî/Kirmanckî dest bi xizmetê kir.
Ev pergala ku piştî Tirkî û Kurmancî ket ber xizmetê, armanc dike ku welatî daxwaz, pêşniyar û giliyên xwe bi zimanê xwe yê dayîkê hêsantir bînin ziman.”
Xizmeta bi zimanê dayîkê
Berpirsiyara Navenda Piştgiriyê ya ALO 153yê Ahwelat Turhalliyê diyar kir ku ev pêkanîn li ser daxwaza welatiyan dest pê kiriye.
Turhalliyê destnîşan kir ku piştî xizmeta Kurmancî, ji bo Kirmanckî jî daxwazeke zêde hatibû girtin.
Her wiha plan heye ku di rewşa zêdebûna daxwazan de, hejmara karmendên ku bi Kirmanckî xizmetê didin were zêdekirin.
Di çarçoveya xebatên şaredariya pirzimanî de, di dema bê de tê armanckirin ku xizmeta bi Erebî û Îngilîzî jî were destpêkirin.
Hejmara karmendan dê were zêdekirin
Turhalliyê diyar kir ku wan di destpêkê de xizmeta bi Kurmancî bi 9 karmendan dabû destpêkirin lê îro 19 karmend di vê beşê de dixebitin.
Berpirsiyara navendê destnîşan kir ku niha xizmeta bi Kirmanckî jî ji aliyê 9 karmendan ve tê birêvebirin.


