Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber rewşa herêmê, piraniya segerîn asmanî yên cîhanê geştên xwe yên ber bi Herêma Kurdistanê ve rawestandine.
Birêvebirê Şirketa Fly Erbilê dibêje, geştên wan di vê rewşê de ji bo Ewropa û Tirkiyeyê didomin.
"Geştên me didomin"
Birêvebirê Şirketa Fly Erbilê Lawend Memundî, îro Rûdawê re axivî û got:
“Ji ber rewşa niha ya herêmê, piraniya seferên asmanî yên biyanî geştên xwe yên ber bi Îraq û Herêma Kurdistanê ve rawestandine lê geştên me yên welatên Ewropa, Tirkiye û Brîtanyayê didomin.
Rojane geştên me ji bo Tirkiye û welatên Ewropayê hene. Her wiha hemû rojên înê geşta rasterast a Fly Erbilê ber bi Londonê ve tê kirin."
Welatî ji bo bidestxistina bilêtan û agahiyên li ser lîsteya geştan, dikarin malpera fermî yan jî sepana Fly Erbilê bi kar bînin.
Bi vê rêyê ew dikarin di nava çend xulekan de bilêtên xwe bi dest bixin.
Birêvebirê Fly Erbilê li ser vê yekê jî got, "Welatî dikarin bi rêya (Hesabê Min) li ser malper an jî sepana Fly Erbilê bilêtan bikirin û pereyê wan bidin."



