Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çinarê ya Amedê û li navçeya Serê Golanê ya Semsûrê du qezayên cuda yên trafîkê çêbûn û di her du qezayan de 12 kes birîndar bûn.
Li navçeya Çinarê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê du otomobîl li hev qelibîn.
Otomobîla ku F.I. diajot û otomobîla ku A.K. diajot li hev ketin.
Di encama qezayê de her du şofêr û 5 rêwî birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê qezayê.
Tîman birîndarên qezayê bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyên bajêr.
Li Semsûrê jî 5 birîndar
Li aliyê din, li navçeya Serê Golanê ya parêzgeha Semsûrê jî qezayek çêbû.
Otomobîla ku Coşkun A. diajot û otomobîla ku Yusuf D. diajot li hev qelibîn.
Piştî ku xelkê derdorê polîs û tîmên tenduristiyê agahdar kirin, tîm çûn cihê qezayê.
Di vê qezayê de jî her du şofêr û 3 kesên din birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyê.
Hat zanîn ku rewşa tenduristiyê ya birîndaran baş e.



