Hewlêr (Rûdaw) - Hecî Mistefa Silêman Bradostî kesekî bi temen ê gundê Hetkayê yê herêma Bradostê ya Hewlêrê ye.
Temenê wî zêdetirî 100 salî ye û wî jiyana xwe ji bo parastina jîngeh û xwezaya herêma xwe terxan kiriye.
Hecî Mistefa bi awayekî xwebexşî parastina zêdetirî 7 hezar darên xwezayî kiriye.
Tê texmînkirin ku temenê wan daran di navbera 100 û 300 salî de ye.
Wî di 10 saliya xwe de dest bi vî karî kiriye û ev karê wî 90 sal in didome.
Wî di jiyana xwe de gelek caran rê li ber wan kesan girtiye ku xwestiye zererê bidin darên gundê wî yan jî wan bibirin.
Ji bo parastina xwezayê malbata xwe teşwîq dike
10 kur, 4 keç û zêdetirî 150 neviyên Hecî Mistefa hene.
Ew tim malbata xwe teşwîq dike da ku xwezaya bedew û bêhempa ya herêma Bradostê biparêzin û jîngeha herêmê paqij bihêlin.
Wî kur û neviyên xwe jî li ser heman rêça xwe perwerde kirine û ew fêrî parastina jîngehê kirine.
Tenduristiya wî gelekî baş e
Hecî Mistefa her tim bi cilên Kurdî derdikeve derve.
Her çend temenê wî mezin e jî lê ew ji hemû nexweşiyan dûr e.
Tenduristiya çav û guhên wî û bîra wî gelekî baş e.
Ew rojane bi meş diçe nav zevî û daristanan.
Ew wekî mirovekî xweşmêr û mêhvandost tê naskirin.
Bîranîna hezaran rûdanên kevn û nû di bîra wî de mane.
Parastina daran pîroz dibîne
Li cem wî, jîngeh pîroz e û wekî bihiştekê ye ku divê mirov parastina wê bike.
Di nav wan hezaran daran de, ti dar nemane ku wî destê xwe negihandibe wan.
Wî şax û guliyên zêde yên daran birîne da ku wan ji hişkbûn û nexweşiyan xilas bike.
"Bavê min bi me re wekî hevalan bû"
Hecî Hemîd Mistefa kurê mezin ê Hecî Mistefa ye û temenê wî zêdetirî 77 salî ye.
Hecî Hemîd got, "Min ji zarokatiya xwe ve bi bavê xwe re hemû darên herêma me dîtine. Wî em wisa perwerde kirine ku em ji jîngeha xwe hez bikin.
Di nav van 70 salan de, bavê min wekî bav û kur bi me re tevnegeriyaye. Ew bi me re wekî bira û hevalan bû.
Eger hûn li gundê Hetkayê binêrin, hûn dê ji aliyê dar û keskahiyê ve cudahiyeke mezin a di navbera wî û hemû gundên din ên herêmê de bibînin."


