Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Têrcanê ya parêzgeha Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê, hirçê êrişî cotkarekî kir û ew birîndar kir.
Îsmaîl Tîrîfiyê 53 salî li gundê Goterş yê navçeya Têrcanê dijî.
Dema wî zeviya xwe ya gulberojan av dida, ji nişka ve rastî êrişa hirçê hat.
Îsmaîl Tîrîfî ji milê xwe birîndar bû.
Wî xwe ji zeviyê rizgar kir û ji kesên derdorê alîkarî xwest.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn herêmê û Îsmaîl Tîrîfî veguhast Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mengucek Gaziyê ya Erzinganê.
"Destê min hat ber devê wî û gez kir"
Tîrîfiyê ku niha li nexweşxaneyê tê dermankirin qala kêliyên êrişê kir û got:
"Dema hirçê êriş kir min bi destê xwe yê çepê li ber xwe da û destê min hat ber devê wî. Destê min gez kir. Min li erdê gelekî li ber xwe da. Paşê hirçê ez berda.
Dema hirç reviya ez jî dûr ketim. Gelekî xwîn ji destê min dihat. Tiliyên min şikestibûn. Ez heta ba otomobîlê çûm. Hevalên min hatin, paşê ambulans hat."
"Canê mirovan ne ew qasî erzan e"
Îsmaîl Tîrîfî amaje bi wê yekê kir ku lêxistina hirçan qedexe ye û wiha pê de çû:
"Lêxistina hirçê qedexe ye û cezayê wê heye. Eger mirov bimirin dê çi bibe?
Divê ji bo vê yekê çareyek were dîtin. Dibe ku heywandost bertek nîşan bidin lê canê mirovan jî ne ew qasî erzan e."


