Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên Tora Medyayî ya Rûdawê, ji destpêka şerê di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de ku 28ê Sibatê dest pê kir, 940 caran bi dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Di encama êrişan de 32 kesan canê xwe ji dest da û 154 kes jî birîndar bûn.
Di nava vê mehê de bi giştî 67 caran bi dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Hûrgiliyên êrişên vê mehê wiha ne:
· Hewlêr: 48 dron û 2 mûşek.
· Silêmanî: 10 mûşek û 6 dron.
· Helebce: Tiştekî nenas ketiye ku nayê zanîn dron e yan mûşek e.
Meha borî 13 dron û 2 mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatibû kirin.
Ji wan 9 dron û 2 mûşek li Hewlêrê, 2 dron li Silêmaniyê û 2 dron jî li navçeya Akrê ya parêzgeha Dihokê ketine.
Ji destpêka şer ve hejmara êrişan li gorî parêzgehan wiha ye:
· Hewlêr: 645 êriş
· Silêmanî: 261 êriş
· Dihok: 31 êriş
· Helebce: 3 êriş
Zererên canî yên êrişan
Di encama êrişan de 32 kesan canê xwe ji dest da:
· 7 Pêşmergeyên Fermandariya Herêma 1ê ya li navçeya Xelîfanê ya parêzgeha Hewlêrê.
· Karmendekî asayîşê yê Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê.
· Jinek û mêrek li mala xwe şehîd ketin.
· 19 Pêşmergeyên 5 partiyên Rojhilatê Kurdistanê.
· Kurê Pêşmergeyekî Rojhilatê Kurdistanê.
· Leşkerekî Fransiz û leşkerekî Amerîkayî.
Hejmara birîndaran
Li gorî amaran 154 kes birîndar bûne ku hinek ji wan wiha ne:
· 29 Pêşmergeyên Fermandariya Herêma 1ê ya li Soranê
· 3 karmendên asayîşê yên li balafirgehê
· 3 Pêşmerge
· 2 parêzvanên baregeha berê ya Neteweyên Yekbûyî ya li Silêmaniyê
· Parêzvanekî Otela Tîtanîkê
· 2 karmendên parastina sivîlan a Xelîfanê
· 2 Pêşmergeyên Hêzên 70yî
· 3 kes û polîsek di bombebarana Taslûcê ya li Silêmaniyê
Di nav birîndaran de 18 sivîl, Pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê û 5 leşkerên Fransiz ên li Hewlêrê jî hene.



