Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Konsulê Giştî yê nû yê Koreya Başûr ê Hewlêrê Eun Gyu Shim qebûl kir.
Civîna her du aliyan îro beriya nîvro pêk hat.
Armanca vê hevdîtinê destbikarî û xwenasandina konsulê nû bû.
"Em ji bo hevkariyê amade ne"
Di civînê de Nêçîrvan Barzanî ji ber destbikarbûna wî pîrozbahî li Konsulê Giştî yê nû kir.
Serokê Herêma Kurdistanê ji bo kar û erkên wî hêviya serkeftinê xwest.
Her wiha wî anî zimên ku hemû aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê amade ne ji bo serkeftina erkê konsul hevkariyê bikin.
Xurtkirina pêwendiyan
Nêçîrvan Barzanî ji ber alîkariyên wan spasiya Koreya Başûr kir.
Wî eşkere kir ku ew dixwazin pêwendiyên bi Koreya Başûr re xurttir bikin.
Her wiha daxwaza berfirehkirina hevkariya hevbeş a di hemû waran de hat destnîşankirin.
Ji aliyê xwe ve, Konsulê Giştî yê nû Eun Gyu Shim jî pesnê rola Nêçîrvan Barzanî da.
Eun Gyu Shim rola Serokê Herêma Kurdistanê ya di xurtkirina pêwendiyên her du aliyan de girîng dît.
Konsulê nû yê Koreya Başûr diyar kir ku ew bi destpêkirina erkê xwe yê li Herêma Kurdistanê kêfxweş e.
Eun Gyu Shim tekez kir ku ew dê hewldanên xwe yên ji bo xurtkirina pêwendiyan bidomînin.


