Kerkûk (Rûdaw) - Li Kerkûkê Şirketa Petrola Bakur (NOC), ji malbatên Kurd ên ku piştî sala 2003yan vegeriyane bajêr, kirêya 23 salên borî dixwaze.
Ji bo her malbatekê 75 milyon dînar (50 hezar dolar) deyn hat derxistin.
Her wiha li ser 40 serokên malbatan biryara girtinê hat dayîn.
Malbatên Kurd ên ku li taxa Erefeyê ya Kerkûkê dijîn, piştî 23 salan rûbirûyî krîzeke mezin a hiqûqî û cihwarbûnê man.
Ew malbat, bi cezayên pereyan û gefa girtinê re rûbirû ne.
"Me bi derfetên xwe çêkirin, niha kirê tê xwestin"
Malbatên Kurd piştî guhertina rejîmê ya sala 2003yan vegeriyabûn Kerkûkê.
Wan malbatan xaniyên li taxa Erefeyê yên nîvcomayî kirîbûn û bi pereyên xwe ew kiribûn cihên jiyanê.
Lê belê Şirketa Petrola Bakur îdia dike ku ev xanî hatine dagirkirin.
Ji ber vê yekê, ji her malbatekê mehane 300 hezar dînar tê hesabkirin û bi giştî kirêya 75 milyon dînaran a demên borî tê xwestin.
Biryara girtinê ji bo jineke 67 salî
Ji şêniyên taxê Kejal Yabeya 67 salî yek ji wan kesan e ku li ser wê biryara girtinê hatiye dayîn.
Wê qala mexdûriyeta xwe kir û got:
"Me ev xanî wekî nîvcomayî stendin, me bi ked û xwêdana xwe ew temam kirin. Niha hem 75 milyon dînaran dixwazin hem jî hewl didin me bavêjin derve.
Navê min di lîsteya kesên lêgeriyayî de ye, ez ditirsim herim navenda polîsan."
Soza qerebûyê nehat bicihkirin
Şêniyên taxê ji bo ku dengê xwe bigihînin berpirsan, li dijî vê nezelaliyê salek û nîvekê konên xwenîşandanê vedan.
Dem bi dem ji aliyê berpirsên hikûmetê ve soz hatibû dayîn.
Hatibû gotin ku dê li herêmeke din zevî bidin wan an jî dê malbatan qerebû bikin.
Lê belê ti ji van sozan nehatin bicihkirin.
Sê vebijêrk: Bide, vala bike an jî têkeve girtîgehê
Bi wê pêvajoya yasayî ya ku Şirketa Petrola Bakur daye destpêkirin, li pêşiya malbatan tenê 3 rê man.
Yan dê wî deynê kirêyê yê giran bidin, yan dê xaniyên ku bi salan ked daye wan terk bikin, an jî dê têkevin girtîgehê.


