Hewlêr (Rûdaw) - Li ser Çiyayê Makokê yê li Îdareya Raperînê ya parêzgeha Silêmaniyê, otomobîlek şewitî, kesek mir û şofêrê otomobîlê winda ye.
Berdevkê Birêvebiriya Parastina Sivîlan a Îdareya Raperînê Elî Qadir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
“Saet 11:00ê em ji bûyereke şewatê ya li ser Çiyayê Makokê hatin agahdarkirin.
Tîmên Parastina Sivîlan a Raperînê yekser gihîştin cihê bûyerê û agir kontrol kir.”
Elî Qadir da zanîn ku piştî vemirandina agir di nav otomobîlê de cenazeyê kesekî şewitî hat dîtin û got:
“Şofêrê otomobîlê ne diyar e.
Ji ber ku rêjeya şewatê zêde ye, nehat zanîn ku kesê mirî jin e yan mêr e.
Ji bilî wî cenazeyî kesekî din li wir nedihat dîtin.”
Elî Qadir eşkere kir ku heta niha sedema şewatê nehatiye diyarkirin.
Li ser bûyerê dest bi lêpirsînê hatiye kirin.



