Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hekîmxanê ya parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê, di qezayeke trafîkê de kesek mir û kesek jî birîndar bû.
Mînîbusa bi plakaya 44 AFN 371 a ku L.P. diajot, li Çerxerêya Kuluncakê li otomobîla bi plakaya 44 ADR 579 xist ku Adem Nacar diajot.
Adem Nacarê ku di qezayê de bi giranî birîndar bûbû, bi ambulansê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Hekîmxanê hat kirin lê li nexweşxaneyê mir.
Ajokarê mînîbusê yê ku bi sivikî birîndar bûbû jî hat tedawîkirin.



