Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Parêzgarê Hisîçayê Ehmed Hîlalî li ser vekirina deriyê sînorî yê Nisêbîn-Qamişloyê û guherînên di pergala perwerdeyê de ji Rûdawê re axivî.
Ehmed Hîlalî eşkere kir ku hikûmeta Sûriyeyê plan dike li Hisîçayê zanîngeheke fermî veke û dersa Kurdî bixe bernameya xwendinê.
Deriyê Nisêbînê vedibe
Alîkarê Parêzgarê Hisîçayê Ehmed Hîlalî diyar kir ku ji bo vekirina deriyê Nisêbîn-Qamişloyê amadehî berdewam dikin.
Hîlalî destnîşan kir ku dibe ev amadehî 3 mehan biajon û got:
“Ev derî projeyeke stratejîk e ji bo parêzgeha Hisîçayê. Tê çaverêkirin ku bazirganî, veguhestin û transîta di navbera Tirkiye û Îraqê de bi rêya axa Sûriyeyê geş bike.”
Şandeyeke hikûmeta Sûriyeyê doh çû Deriyê Nisêbîn-Qamişlo ku Ehmed Hîlalî jî di nav şandeyê de bû.
Hîlalî li gel Birêvebirê Deriyê Sêmalkayê Hemûd El Hemûd li cihê derî lêkolîn kirin.
Wan li ser paqijkirina mayînan û temamkirina pêdiviyên teknîk û lojîstîk agahî wergirtin.
Navê “Zanîngeha Rojava” tê guhertin
Ehmed Hîlalî li ser plansaziya Wezareta Xwendina Bilind a ji bo parêzgeha Hisîçayê jî agahî dan.
Hîlalî ragihand ku ew dê li Hisîçayê zanîngeheke fermî vekin û navê “Zanîngeha Rojava” biguherin.
Hîlalî li ser guhertina navê zanîngehê got:
“Dê navekî guncav jê re were pesendkirin ku nasnameya niştimanî ya giştî ya hemû xelkê parêzgeha Hisîçayê nîşan bide.”
Hîlalî her wiha da zanîn ku zimanên sereke yên perwerdeyê yê li zanîngehê dê wekî berê Erebî û Îngilîzî bin.
Cara pêşî dersa Kurdî
Wî li ser bernameya xwendinê ya polên 1-12an jî agahiyên nû parve kirin.
Hîlalî diyar kir ku zimanê fermî yê perwerdeyê dê Erebî be lê cara pêşî dersa Kurdî jî tê dayîn.
Ehmed Hîlalî li ser vê mijarê wiha peyivî:
“Programa niştimanî li gorî zimanê fermî yê komarê yê Erebî tê pesendkirin lê li gel vê, cara yekem di dîroka Sûriyeyê de dê dersa zimanê Kurdî di bernameyê de hebe.”



