Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku wan ji hikûmeta Îraqê xwestiye para sotemeniyê ya Herêma Kurdistanê li gorî rêjeya nifûsê rojane ji 50 hezar bermîlî bikin 126 hezar bermîl.
Mesrûr Barzanî her wiha da zanîn ku wî ji Wezareta Çavkaniyên Xwezayî xwestiye ku nabe bihayê lîtreya benzîna normal a bazirganî ji 850 dînarî zêdetir be.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro konferanseke rojnamegeriyê li dar xist.
Mesrûr Barzanî di vê konferansê de qala rewşa giştî ya herêmê, rewşa navxweyî û bihayê benzînê kir.
Wî diyar kir ku dê dabeşkirina benzîna normal a bi 750 dînarî bidome û xwest ku bihayê benzîna super û muhesen jî ji nû ve were nirxandin.
"Para Herêma Kurdistanê ya petrolê 126 hezar bermîl e"
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser bihayê benzînê got, “Di vê demê de bihayê benzîn û sotemeniyê hat zêdekirin.
Beşek ji vê yekê vedigere wî şer û aloziya ku li herêmê heye. Bihayê petrolê li cîhanê bilind bû.
Bê guman ev yek dê bandorê li bihayê petrolê yê li navxwe jî bike. Lêçûna derxistina petrolê jî wekî xwe maye.
Ew krîz û aloziya ku li herêmê heye, bê guman bandor li Îraq û Herêma Kurdistanê jî kiriye.”
Dema ku bihayê sotemeniyê tê zêdekirin welatî daxwaza erzankirinê dikin. Me bi Wezareta Çavkaniyên Sirûştî re hewla vê yekê daye.
Îro civîneke me ya berfireh hebû da ku em zanibin bihayê herî baş û guncav ji bo welatiyan çi ye ku li gel derxistina petrolê û lêçûna wê rast be.”
Serokwezîr di beşeke din a axavtina xwe de wiha anî zimên:
“Gelek kes bêyî ku amar li ber destê wan bin diaxivin. Ez dê hinek xalan bînim zimên da ku ji bo xelkê eşkere be.
Li Herêma Kurdistanê lêçûna derxistina petrolê li ser milê şirketan e. Hikûmeta federal bi milyar dolaran ji lêçûnên serweriyê ji bo lêçûna petrolê vediqetîne.
Lê mixabin Herêma Kurdistanê ji ti lêçûna ku tê dabînkirin sûdê nabîne. Hemû lêçûn dikevin ser milê hikûmeta herêmê.
Hikûmet jî neçar e li gorî peymanan wê lêçûnê bi şirketan re dabîn bike. Loma nabe ku mirov bibêje bihayê sotemeniyê li Kurdistanê ji Îraqê zêdetir e û Îraq hesabê wê nake.
Berevajî vê yekê, hikûmeta herêmê bi dabînkirina sotemeniyê bi milyar dolaran zererê dibîne.”
Mesrûr Barzanî wiha pê de çû:
“Me xwestiye ku li gorî rêjeya xwe, para me ya sotemeniyê hebe. Hikûmeta Îraqê niha milyonek bermîl petrol dide welatiyên navxwe.
Eger li gorî wê rêjeyê be ku heta niha hikûmeta Îraqê bi rêjeya ji sedî 12,6an bi me re tevdigere, rojane 126 hezar û 700 bermîl petrol dikeve para Herêma Kurdistanê.
Ev rêjeyek e û divê li ber destê xelkê Herêma Kurdistanê be. Lê mixabin hikûmetên berê yên li Bexdayê hejmarek li ser me ferz kir û gotin hûn nikarin ji 50 hezar bermîl petrolî zêdetir ji bo navxwe bi kar bînin.
Ti dadperweriya vê yekê nîne. Em bi Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û hikûmeta federal re diaxivin da ku ev rêje were sererastkirin.”
"Rê bidin em sotemeniyê zêde bikin yan jî hûn bişînin"
Mesrûr Barzanî ji bo zêdekirina para Herêma Kurdistanê bangî hikûmeta Îraqê kir û got:
“Em 50 hezar bermîl petrol ji bo navxweyiya Herêma Kurdistanê bi kar tînin.
An divê rê bidin ku berhema navxwe ji bo sûda navxwe were zêdekirin, an jî bila hikûmeta federal wan 70 hezar bermîlên mayî bişîne.
Bê guman ev dê bandoreke mezin li daketina biha û dabînkirina pêdiviya sotemeniyê ya xelkê bike.
Ew bera ku li Herêma Kurdistanê heye, ji wê bera ku daxwaz li ser heye kêmtir e.
Berê ji derve dihat hawirdekirin lê niha ku biha bilind bûne, vê yekê bandor li bihayê li Herêma Kurdistanê jî kiriye.”
Mesrûr Barzanî derbarê bihayê niha yê benzînê de got:
“Me hewl daye ku xelkê Kurdistanê ji her kesî zêdetir sûdmend be. Loma me ji Wezareta Çavkaniyên Xwezayî xwestiye ku bihayê benzînê ji nû ve binirxîne.
Dê bihayê hikûmetê yê benzîna normal bi rêjeyeke diyarkirî 750 dînar be. Dê benzîna bazirganî jî ji 850 dînarî derbas nebe.
Ji bo benzîna super û muhesenê jî min daxwaz kiriye û wan bi aliyên pêwendîdar re jî axivîne ku ji nû ve binirxînin.
Çimkî diyar e di bazarê de ev cureyên benzînê wekî pêwîst nînin. Bila binirxînin û çareseriyeke guncav ji bo vê pirsgirêkê jî were dîtin.”
"Em di nava aloziyên herêmê de ne"
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê qala rewşa herêmê jî kir û anî zimên:
“Alozî û şerê li vê herêmê heta niha bi dawî nebûne. Vê yekê li hemû herêmê dilgiranî çêkiriye û em jî di nav vê rewşê de ne.
Lê helwesta me eşkere ye, em ne aliyekî ti şer û tundiyê ne.”
Mesrûr Barzanî wiha axivî:
“Ez spasiya berxwedan û helwesta xelkê Kurdistanê dikim ku rewşê fêm dikin û bi berdewamî piştgiriyê didin hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Em jî çi ji destê me bê em dê texsîr nekin. Em ji her kesî zêdetir ji bo xelkê xemqîn in. Ez dizanim niha jiyanek hinekî nexweştir û dijwartir heye.
Biha bilind bûne û çendîn pirsgirêk û krîz li herêmê rû dane. Herêma Kurdistanê jî beşek ji Rojhilata Navîn e ku ew krîz tê de ne.”
"Em amade ne alîkariya hikûmeta Îraqê bikin"
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê qala pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê kir û got:
“Ez careke din ducare dikim, em piştgiriyê didin hikûmeta niha ya Bexdayê ya bi serokatiya Birêz Elî Zeydî.
Em bi awayekî çalak beşdarî wê hikûmetê bûne. Em dê piştgiriya siyaseta reformê, rûbirûbûna gendeliyê û başkirina rewşa aborî ya Îraqê bidomînin.
Mixabin Îraq jî wekî welatên herêmê ji ber girtina Tengava Hurmuzê di krîzeke dijwar û mezin re derbas dibe. Em amade ne bi her awayî alîkariya hikûmeta Îraqê bikin.”
Mesrûr Barzanî li sert mijara gumrikan jî wiha axivî:
“Hewldanên me yên cidî di mijara çareserkirina bazirganî û pirsgirêka ASICUDAyê de hene ku heta niha maye.
Lê çareserî ber bi encambûnê ve diçin. Ev dê alîkariya bazirganî û zêdekirina dahata Herêma Kurdistanê û hemû Îraqê bike.”
"Bexdayê 120 milyar dînar wekî dahat ferz kiriye"
Mesrûr Barzanî derbarê dahata navxwe û meaşan jî wiha anî zimên:
“Ji bo dabînkirina meaşan di dema xwe de, em bi berdewamî bi hikûmeta Îraqê re li ser xetê bûn.
Her çend li gorî biryareke berê 120 milyar dînar li ser Herêma Kurdistanê hatiye ferzkirin ku divê hikûmeta herêmê wî pereyî dabîn bike - eger dahata navxwe ya Herêma Kurdistanê têr bike - em her tim pêbendî wan erkan bûne ku li ser milê me bûne.
Lê eger bazirganî nemîne û dahata hemû Îraqê û Herêma Kurdistanê kêm bibe, bê guman ev dê bandorê li dahata Herêma Kurdistanê bike.
Ev pêbendbûn wisa dike ku divê hikûmeta Îraqê biryara xwe ya berê ji nû ve binirxîne, da ku em her du alî karibin alîkariya hevdû bikin.
Çareseriya me ew e ku dahat were zêdekirin da ku hikûmeta herêmê karibe ne tenê 120 milyaran, zêdetir jî alîkariya hikûmeta Îraqê bike. Lê ev pêwîstî bi alîkariya dualî heye.”
Mesrûr Barzanî bi vî awayî bal kişand ser pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê:
“Di warê ewlehî û siyasî de hevahengiyeke zêdetir bi Îraqê re heye û pirsgirêk ber bi nemanê ve diçin.
Em hêvîdar in di paşerojê de em zêdetir karibin alîkariya hevdû bikin. Em ji vê pêwendiyê razî ne.”
"Çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê di stûyê partiyan de ye"
Mesrûr Barzanî amaje bi derengketina çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê kir û got:
“Nêzîkî 20 meh in me hilbijartin kiriye lê heta niha hikûmeta Herêma Kurdistanê nehatiye pêkanîn.
Hikûmet hikûmeta xelkê ye û parlamento jî parlamentoya xelkê ye.
Em di wê baweriyê de ne ku çalakkirina parlamentoyê û pêkanîna hikûmetê beriya her kesî di berjewendiya xelkê Kurdistanê de ye.
Lê berpirsyariya sereke dikeve stûyê wan aliyan ku wekî nûnerên xelkê dengê xelkê wergirtine.
Ez bangî hemû aliyên siyasî dikim ku xwe li beramberî xelkê Herêma Kurdistanê berpirsyar dibînin: Werin pêş, da ku em bi hev re karibin parlamentoyê çalak bikin û hikûmeteke wisa pêk bînin ku di asta çaverêkirina xelkê Kurdistanê de be.”
"Pirsgirêka pergala elektrîkê nîne "
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê behsa rewşa elektrîkê kir û got:
“Di vê demê de hinek krîz hene ku divê ez qala wan bikim. Yek ji wan mijara elektrîkê ye.
Em li ser soza xwe ya ji bo dabînkirina elektrîka 24 saetî ya ji xelkê Herêma Kurdistanê re disekinin.
Proje bi awayekî rêkûpêk û baş bi rê ve diçe. Li vir pirsgirêkek di dabînkirina gazê de heye ku çavkaniya sereke ye ji bo dabînkirina elektrîka Herêma Kurdistanê.
Gaza me ji aliyê şirketa Dana Gasê ve li Kormorê tê dabînkirin. Di vê demê de ji ber hinek metirsiyên ewlehiyê, şirketê bi awayekî yekalî biryara kêmkirina berhemanîna gazê daye.”
Mesrûr Barzanî diyar dike ku kêmkirina gazê sedema kêmûna hilberîna elektrîka Herêma Kurdistanê ye û wiha pê de çû:
“Projeya elektrîkê bi xwe ti pirsgirêka wê nîne. Tenê ji ber dabînkirina gazê pirsgirêk derketiye.
Ez hêvîdar im û me hewl jî daye ku ev krîz di rojên pêş de ber bi çareseriyê ve biçe.”


