Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Avkevirê ya parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê qeşaya li ser rûyê Gola Masiyan bi temamî heliya û demsala geştiyariyê dest pê kir.
Pileyên germê li herêmê hêdî hêdî bilind dibin.
Bi hatina havînê re dîmenên gelekî xweşik li derdora golê derketine holê.
Gola Masiyan bi bedewiya xwe ya xwezayî, girav, teyr, balînde û masiyan havînan mazûvaniya geştyaran dike.
"Mirov diherikin vê derê"
Xwediyê Kargeha Geştiyariyê Yakup Bîrlîk li ser rewşa geştiyariya îsal axivî û got:
“Demsala me ya sala 2026an dereng dest pê kir. Ji ber hewaya sar a li tevahiya Tirkiyeyê, li Gola Masiyan a bilind demsala geştiyariyê dereng ket.
Hewa nû germ bû û mirov hêdî hêdî tên.
Niha li Tirkiyeyê bi hewa û xwezaya xwe cihê herî sar Gola Masiyan e. Mirov diherikin vê derê.”
"Kel û pelên me hene"
Geştiyar û jîngehdost li peravên golê kampan ava dikin û bi şev jî li wir dimînin.
Geştiyar Denîz Yîgît qala gera xwe kir û got:
“Me xwest em li Gola Masiyan kampê bikin. Gelekî xweş û hênik e.
Bi şev dê hinekî sar bibe lê kel û pelên me hene, ez bawer nakim ku bibe pirsgirêk. Em dê demên xweş derbas bikin.”
2 hezar û 241 metre bilind e
Gola Masiyan ji asta deryayê 2 hezar û 241 metreyan bilind e.
Ew yek ji dewlemendiyên xwezayê yê herêma Serhedê ye û bi taybetî havînan gelek geştiyar berê xwe dide wê derê.
Her wiha masîgiriya li nav golê jî ji bo debara xelkê herêmê gelekî girîng e.


