Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Polîsê Îranê Seîd Montazer Mehdî ragihand ku li ser sînorê Baneyê 4 endamên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) canê xwe ji dest daye.
Seîd Montazer Mehdî her wiha îdia kir ku di operasyonê de dest bi ser gelek çek û teqemeniyan de hatiye girtin.
Berdevkê Polîsê Îranê Seîd Montazer Mehdî eşkere kir ku hêzên parastina sînor ên Îranî bi hevkariya Îtîlaata (îstixbarat) Baneyê, liv û tevgerên li ser sînor bi hûrgilî şopandin.
Mehdî diyar kir ku hêzên wan "gava endamekî sereke yê PJAKyê xwestiye derbasî nav axa welêt bibe pê hesiyane û yekser ji bo girtina wî operasyon li dar xistiye."
Pevçûna çekdarî li ser sînorê Baneyê
Seîd Montazer Mehdî li ser hûrgiliyên operasyonê got:
"Di vê operasyonê de û di dema lêgerîna li herêmê de, otomobîleke ya cureyê Semendê ku endamên PJAKyê tê de bûn hat dîtin.
Di encama pevçûna çekdarî ya di navbera hêzên parastina sînor û wan de, 4 endamên PJAKyê hatin kuştin.”
Li gorî gotina Berdevkê Polîsê Îranê, di rûbirûbûnê de dest bi ser hejmarek çek û teqemeniyan de hatiye girtin.
PJAKê hîn daxuyanî nedaye
Li aliyê din, heta niha Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li ser vê mijarê ti daxuyanî nedaye.
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) wekî hêzeke nêzîkî PKKyê tê dîtin û çalakî û xebatên xwe li Rojhilatê Kurdistanê dimeşîne.



