Hewlêr (Rûdaw) - Beriya 13 rojan, li nêzîkî bajarê Serê Kaniyê 2 Kurdên ji Kobaniyê ji aliyê komeke çekdar ve hatin revandin.
Navên van her 2 Kurdan Mihemed Qadir û Wêso Salih Hoşan in.
Ew ji bo kolana bîran dixebitîn.
Birayê Mihemed Qadir ê bi navê Mezlûm Qadir li ser hûrgiliyên bûyerê ji Rûdawê re axivî.
Wî eşkere kir ku çekdar ji bo berdana wan 600 hezar dolarî dixwazin.
Mezlûm Qadir diyar kir ku çekdaran bi rêya WhatsAppê peyam ji wan re şandiye.
Qadir li ser daxwaza çekdaran got:
"Wan peyam ji me re şand. Wan got, heke hûn 600 hezar dolarî amade nekin em dê wan bikujin û wêneyên wan ji we re bişînin.
Ew bi rêya hejmarên biyanî yên wekî Amerîka, Tirkiye û Mexribê peyaman dişînin. Her carê jî hejmareke cuda bi kar tînin."
Gefên kuştinê dixwin
Li gorî Mezlûm Qadir, çekdar gefên giran li revandiyan dixwin û ew her wiha vîdeoyên wan ji malbatê re dişînin.
Mezlûm Qadir li ser vê yekê wiha got, "Birayê min di vîdeoyan de dibêje 'vî pereyî amade bikin û lezê bikin'. Ew dibêjin heke daxwazên wan bi cih neyên ew dê revandiyan bikujin.
Me ji wan re got ku ev pereyê hûn dixwazin gelek e û em nikarin peyda bikin. Lê wan ti carî daxwaza xwe kêm nekir."
Kesek ji destê wan rizgar bûye
Ev bûyer 14ê Tîrmeha 2024an, li gundê Menajirê yê Serê Kaniyê qewimiye.
Di dema bûyerê de 3 kes bi hev re bûne û yekî ji wan xwe veşartiye û çekdaran ew nedîtiye.
Bi vî awayî wî karîbû xwe rizgar bike û bireve.
Mezlûm Qadir li ser agahiyên ku ji wî şofêrî wergirtine wiha axivî:
"Şofêrê ku bi wan re bû, xwe veşartiye û piştî ku çekdar çûne ew vegeriyaye.
Wî ji me re got ku 6 çekdar hatine û birayê min û hevalê wî bi zorê birine. Ew der gundekî Ereban e û xalên leşkerî yên Tirkiyeyê jî li wir nêzîk in."
Bangî Mezlûm Ebdî û Serok Barzanî kir
Malbata revandiyan diyar kir ku wan serî li gelek cihan daye lê heta niha ti kesan guh nedaye wan.
Mezlûm Qadir bangî birêvebir û serokên Kurdan kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir:
"Em çûn Qamişloyê û Hisîçayê, me xwest em rayedaran bibînin lê kesî em qebûl nekirin.
Ez bangî Mezlûm Ebdî û Serok Mesûd Barzanî dikim da ku ji bo xelaskirina birayê min û hevalê wî alîkariya me bikin.
Dewleta Sûriyeyê û hêzên asayîşê jî heta niha ti gav neavêtine."
Mihemed Qadir û Wêso Salih Hoşan her du jî xelkê Kobaniyê ne.
Ew ji bo debara xwe li herêma Serê Kaniyê dixebitîn.
Malbatên wan ji ber gefên kuştinê gelekî dilgiran in û li benda hewldanên cidî ne.


