Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Sûrê, hişyariya dawî da firoşkarên gerok ên ku li navçeya Sûrê rêpeya û kolanan dagir dikin.
Şaredariyan diyar kir ku her çendî cihên alternatîv ji bo wan hatine amadekirin jî dagirkirina kolanan didome. Lewma eger ev rewş bidome dê midaxele were kirin.
Di daxuyaniya hevpar a her du şaredariyan de hat gotin ku piştî hilbijartinên herêmî, li navçeya Sûrê bi taybetî dagirkirina kolan û rêpeyayan bandoreke neyînî li ser çûna hatina welatiyan kiriye.
Her wiha xisareke mezin gihandiye dîtina estetîkî û qadên giştî yên navçeya dîrokî.
Hevdîtin hatine kirin
Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, şandeyeke şaredariyan a ku ji endamên meclisê û birêvebirên parêzgeh û navçeyan ên DEM Partî û DBPê pêk tê, ava bû. Ev komîte li gel firoşkarên gerok gelek hevdîtin kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo firoşkar nebin qurbanî, li her herêmên cuda yên navçeyê cih û bazarên nû hatine amadekirin û ji bo wan hatine pêşkêşkirin.
Midaxeleyên zabitayan dest pê kir
Tevî hemû hevdîtin û hişyariyan jî, ji ber ku dagirkirina rêpeya û kolanan domiya, zabitayên şaredariyê beriya nêzîkî du mehan mudaxele kir.
Di encama van xebatan de, gelek qadên giştî û bi taybetî jî Kolana Gaziyê ji bo xizmeta welatiyan hatin vekirin.
Tevî van hemû gavan jî komeke biçûk hîn jî peyade û kolanan dagir dike. Ev rewş mafê welatiyan ê karkirina hevpar binpê dike û ji bo wan esnafan ku pêbendî qanûnan in pêşbaziyeke neheq ava dike.
"Armanca me parastina mafê welatiyan e"
Her du şaredariyan hişyariya dawî da firoşkarên gerok û daxuyand:
"Li hemberî wan kesên ku tevî hişyariyên zabitayan û pêşkêşkirina cihên alternatîv hîn jî dagirkirina xwe didomînin, di çarçoveya qanûnan de dê her cure kiryarên îdarî û fîzîkî bên bicihkirin."
Şaredariyan diyar kir ku armanca wan ne zirar gihandina firoşkaran e û ew tenê dixwazin qadên giştî yên Sûrê ji bo her kesî ewle, hêsan û birêkûpêk bikin, her wiha mafên welatiyan biparêzin û ji bo esnafên ku li gorî qanûnan tevdigerin jîngeheke adil a karkirinê ava bikin.
Şaredariyan destnîşan kir ku ji niha û pê de berpirsyariya hemû kontrol û encaman dê di stûyê wan kesan de be ku tevî hişyariyan pêbendî qanûnan nabin.



