Hewlêr (Rûdaw) - Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê ya li Silêmaniya amara êrişên bi dronan ên 24 demjimêrên borî belav kir.
Li gorî amarê, Koye û Şarbajêr bi 6 dronan hatine armanckirin.
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê li ser êrişan daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku doh di navbera demjimêr 12:35 û 14:00an de bi 5 dronan êrişî bajarê Koyeyê û derdora wê hatiye kirin.
Asayîşê destnîşan kir ku îro danê sibehê demjimêr 05:20î jî bi dronekê êrişî navçeya Şarbajêrê ya parêzgeha Silêmaniyê hatiye kirin.
Asayîşê li ser zererên van êrişan jî agahî dan û diyar kir ku di êrişan de ti zererên canî çênebûne.
Li gorî şopandina Tora Medyayî ya Rûdawê, ji destpêka şer ve bi zêdetirî 940 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.



