Hewlêr (Rûdaw) - Şirketa British Petroleumê (BP) di daxuyaniyekê de ku kopyeyek jê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re şandiye, ragihand ku wê ji sedî 15ê pişka xwe ya di projeya bipêşxistina qadên petrolê yên Kerkûkê de firotiye Şirketa Petrolê ya Tirkiyeyê (TPAO).
Şirketa British Petroleumê diyar kir ku ev peyman di dema serdana Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ya Tirkiyeyê de hatiye îmzekirin.
Ev gav li ser bingeha lihevkirineke stratejîk e ku Sibata 2026an di navbera her du şirketan de hatibû îmzekirin.
Ev guherîn piştî wê yekê hat ku berê Şirketa ConocoPhillipsê ji sedî 42yê pişka heman projeyê kirîbû.
Nexşeya nû ya pişkan
Nexşeya xwedîderketina li pişkan a di projeya bipêşxistina qadênpetrolê yên Kerkûkê de bi vî rengî ye:
Şirketa British Petroleum: Ji sedî 43
Şirketa ConocoPhillips: Ji sedî 42
Şirketa Petrola Tirkiyeyê: Ji sedî 15
Birêvebira Şirketa British Petroleumê Meg O'Neill ragihand:
“Şirketa Petrolê ya Tirkiyeyê zêdetirî 30 sal in ku li herêma Deryaya Qezwînê hevpareke me ya cihê baweriyê ye.
Kerkûk li cîhanê çavkaniyeke enerjiyê ya astbilind e û dikare piştgiriyê bide daxwazên demdirêj ên Îraqê.”
Kîjan qad li xwe digire?
Peymana bipêşxistin û hilberînê, qonaxa destpêkê ya hilberîna zêdetirî 3 milyar bermîlên petrolê li xwe digire.
Ev proje van qadan li xwe digire:
Qada Baba Gurgurê
Qada Avaneyê
Qada Bay Hesenê
Qada Cembûrê
Qada Xebazê
Ev qad niha ji aliyê her du Şirketa Petrola Bakur û Şirketa Gaza Bakur ve tên birêvebirin.
Lê belê armanca projeya nû bipêşxistin û zêdekirina asta hilberîna wan e.
Şirketa British Petroleumê bal kişand ser wê yekê jî ku pêwendiyên wan ên li gel Îraqê xwedî dîrokeke dirêj in û vedigerin zêdetirî sedsalekê.
Her wiha ezmûneke wan a zêde di qadyên bakur û başûrê welêt de heye.
Naveroka daxuyaniya BPê
Şirketa British Petroleumê (BP) di daxuyaniya xwe de wiha ragihand:
"Şirketa British Petroleumê piştgiriyê dide beşdarbûna Şirketa Petrola Tirkiyeyê ya di projeya bipêşxistina Kerkûkê ya li Îraqê de.
Şirketa British Petroleumê û Şirketa Petrolê ya Tirkiyeyê li ser mercên bidestxistina ji sedî 15ê pişka Şirketa Enerjîya Kerkûkê ya BPyê ji aliyê Şirketa Petrola Tirkiyeyê ve li hev kir.
Ev yek dibe sedema berfirehkirina wê hevbeşiya ku piştgiriyê dide bipêşxistina çend qadên sereke yên petrol û gazê yên li Kerkûka li bakurê Îraqê.
Peyman di dema serdana fermî ya Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî Tirkiyeyê de hat îmzekirin û li ser bingeha lihevkirina hevkariya stratejîk e ku Sibata 2026an di navbera British Petroleum û Şirketa Petrolê ya Tirkiyeyê de hatibû îmzekirin.
Ev gav piştî wê yekê tê ku berê hatibû ragihandin Şirketa ConocoPhillipsê ji sedî 42yê pişka heman şirketê bi dest xistiye.
Bi hev re, ev karên bazirganî nîşana şêweyê birêkûpêk ê Şirketa British Petroleumê yê di dabînkirina sermayeyê de ne.
Bi awayekî ku ew wan hevparan dicivîne ku xwedî şiyan û pisporiyên temamker ên hevdû ne da ku piştgiriyê bidin qonaxa bê ya bipêşxistina Kerkûkê.
Pêgeheke xurt ji bo qonaxa bê
Birêvebira Şirketa British Petroleumê Meg O'Neill dibêje, 'Şirketa Petrola Tirkiyeyê zêdetirî 30 salî ye di karên me yên li seranserê herêma Deryaya Qezwînê de hevpareke cihê baweriyê ye.'
Ev peyman li ser bingeha wê pêwendiya dîrokî ya demdirêj hatiye avakirin û li gel hevbeşiya me ya bi ConocoPhillipsê re, ji bo qonaxa bê ya bipêşxistina li Kerkûkê pêgeheke xurt dide me.
Kerkûk li cîhanê bingeheke çavkaniyê ya astbilind e ku dikare piştgiriyê bide daxwazên demdirêj ên enerjîyê yên Îraqê.
Em bi kelecan in ji bo karkirina nêzîk a li gel Hikûmeta Îraqê û hevparên xwe ji bo bicihanîna qonaxa bê ya bipêşxistinê.
Peymana bipêşxistin û hilberînê qonaxa destpêkê ya hilberîna petrol û gazê li xwe digire ku rêjeya wê ji 3 milyar bermîlên petrolê zêdetir e.
Ev yek li her du qadên Baba û Avaneyê yên di qadya petrola Kerkûkê de û qadên Bay Hesen, Cembûr û Xebazê yên li Îraqa federal in ku niha hemû ji aliyê Şirketa Petrola Bakur û Şirketa Gaza Bakur ve tên birêvebirin.
Di girêbestê de îhtimala lêgerîn û dîtina zêdetir jî heye.
Pêwendiya Şirketa British Petroleumê ya bi Îraqê re vedigere zêdetirî sedsalekê û ezmûna çend deheyan a li bakur û başûrê welêt li xwe digire.
Piştî temambûna kar, Şirketa British Petroleumê dê wekî xwediyê zêdetirîn pişkan û beşdarbûya sereke di Şirketa Enerjîya Kerkûkê ya ser bi Şirketa British Petroleumê de bimîne.
(British Petroleum ji sedî 43, ConocoPhillips ji sedî 42, Şirketa Petrola Tirkiyeyê ji sedî 15)."



