Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qubînê ya parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê, navê bîrmendê navdar ê Kurd Ehmedê Xanî li seyrangehekê hat kirin lê belê navê wî li gorî rastnivîsa alfabeya Kurdî nehate nivîsîn û bi rengê “Ahmede Hane” hat danîn.
Seyrangeha ku xebatên çêkirina wê qediyan bi merasîmekê hat vekirin.
Navê bîrmend, helbestvan û zanayê tesewifê yê Kurd Ehmedê Xanî li vê seyrangehê hat kirin.
Lê tiştê balkêş ew e ku navê wî li gorî rastnivîsa Kurdî cih negirt.
Nav li ser tabelaya seyrangehê li gorî alfabeya Tirkî hat guncandin û wekî "Ahmede Hane" hat nivîsîn. Her wiha tîpên 'x', 'ê' û 'î' yên alfabeya Kurdî bi ti awayî nehatin bikaranîn.
Parêzgar û qeyûmê Êlihê Ekrem Canalp û Parlamenterê AK Partiyê yê Êlihê Ferhat Nasiroglu beşdarî merasîma vekirinê ya seyrangehê bûn.



