Hewlêr (Rûdaw) - Festîvala Yekemîn a Genim a Salane, îro li Qamişloyê dest pê kir.
Armanca vê festîvalê ew e ku dîroka genim, qonaxên çandiniyê û girîngiya wî ya aborî û çandî nîşan bide.
Li gorî nûçeya ANHAyê Navenda Lêkolînên Zanistî ya Çandiniyê ev festîval li stadyuma 12ê Adarê ya Qamişloyê li dar xist.
Gelek sazî û rêxistinên herêmê jî beşdarî vê festîvalê bûn.
Amûrên kevn û xwarinên kevneşopî
Di festîvalê de ew amûrên destan ên ku berê di çandinî û berhevkirina genim de dihatin bikaranîn, hatin nîşandan.
Her wiha xwarin û şîraniyên ku ji genim tên çêkirin jî derketin pêş.
Beşdaran li qada festîvalê xwarinên kevneşopî yên wekî nanê tenûrê, genimê kelandî û meyîrê çêkirin.
Jinên beşdar jî ji simbilên genim aksesuar û berhemên destan çêkirin û nîşan dan.
Beşdariyeke berfireh
Gelek sazî û rêxistinan cihê xwe di festîvalê de girt.
Fakulteya Çandiniyê ya Zanîngeha Rojavayê, Navenda Lêkolînên Çandiniyê, şaredariyên Hisîça û Qamişloyê û Hêzên Ewlehiya Navxweyî beşdarî festîvalê bûn.
Her wiha Yekîtiya Ciwanan, Yekîtiya Sporê, Kongreya Star, Enstîtuya Jineolojiyê, Tevgera Civaka Demokratîk û Desteya Çandê jî di vê festîvalê de amade bûn.
Bernameya festîvalê
Festîvalê bi xulekek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre li ser navê komîteyê Abdulrahman Hesen axivî.
Abdulrahman Hesen diyar kir ku ev li herêma Cizîrê festîvala yekem e û wî hêviya xwe anî zimên ku ev festîval salên pêş jî bidome.
Koma Şehîd Reyhanê ya Dayîkan di merasîma vekirinê de govend pêşkêş kir.
Sînevîzyonek dê li ser dîroka genim bê nîşandan.
Her wiha dê Koma Pêla û Koma Dîlanên Gelêrî ya Şehîd Mizgînê çalakiyên hunerî pêşkêş bikin.
Hunermend Comerd û Berbang Helat jî dê stranan bibêjin.
Bernameya festîvalê dê heta saet 20:00an bidome.


.webp&w=3840&q=75)
