Hewlêr (Rûdaw) - Li çoltera herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, cenazeyê Kurdekî di nava zeviyê wî yê zeytûnan de hat dîtin ku bi guleyan hatiye kuştin.
Li ser vê rûdanê, Birêvebiriya Xwecihiya Efrînê ya Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) daxuyaniyek belav kir û tawanên bi vî rengî bi tundî şermezar kirin.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmî belav kirine, kesekî bi navê Adil Ebdulhenan Nehsan ji gundê xwe Şîtkayê ya navçeya Mabetayê ber bi zeviyê xwe yê zeytûnan ve bi rê ketibû.
Zeviyê wî li nêzîkî rêya gundê Feqîrayê yê Cindirêsê ye.
Pişt re cenazeyê wî di nava zevî de dîtin ku şopên guleyan li ser laşê wî hebûn.
Heman çavkaniyan diyar kir ku piştî dîtina cenazeyê Nehsan, hêzên ewlehiyê çûne cihê bûyerê û derdor girtiye, wan rê nedaye ku kes nêzîk bibe.
Paşê ji bo temamkirina kar û barên yasayî û pişkinîna bijîşkî, cenazeyê wî birine Navenda Bijîşkiya Dadî ya li bajarê Efrînê.
Adil Ebdulhenan Nehsan sala 1959an ji dayîk bûye û ji gundê Şîtkayê ya Mabetayê ye.
Ew yek ji wan koçberên herêmê bû ku piştî demeke dirêj a koçberiyê, demên dawî vegeriyabû ser war û milkên xwe yên li Efrînê.
ENKS: Ev tawan gefê li aştiya civakî dixwin
Birêvebiriya Xwecihiya Efrînê ya Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) daxuyaniyek belav kir û kuştina Adil Nehsan û binpêkirinên dawî yên li herêmê bi tundî şermezar kirin.
ENKSyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser tawanên dawî û ragihand ku kuştina Adil Nehsan, kuştina Mihemed Muradê ji gundê Xelnêrê û lêdana li welatiyekî din ê mezin ê li Cindirêsê "fitneyê derdixin û gefê li aştî û aramiya civakî dixwin."
Di daxuyaniyê de her wiha bangî hêzên ewlehiyê yên pêwendîdar hat kirin ku ji bo girtin û darizandina tawankaran dest bi lêkolînên berfireh bikin.
ENKSyê xwest ku dadwerî û ewlehî li herêmê hebin û welatî karibin di nava azadî û rûmetê de bijîn.

.webp&w=3840&q=75)

