Amed (Rûdaw) - Endezyarên çandiniyê yên Gurgumê cureyekî petêxê yê dîrokî ji nû ve islah kir.
Endezyarê çandiniyê yê Amedî Hakan Çelîk û hevalên wî par cara ewil ev petêx li Amedê çand.
Tovê vê petêxê ku hundirê wê sor û gelekî şîrîn e, piştî xebateke dûvedirêj hat islahkirin.
Cotkarên Amedê ev du sal in vê petêxê diçînin û hilberîna wê her ku diçe zêdetir dibe.
Kîloya vê petêxî li nav erd bi 20-25 lîreyan tê firotin.
Ev petêx bi taybetmendiyên xwe û tama xwe ya xweş derdikeve pêş.
Endezyarên Amedî diyar dikin ku ew vê petêxê dişînin welatên Ewropayê û welatên Ereban.
Petêxa “deh parsî”
Petêxa ku li ser rûyê wê deh xet hene, wekî “petêxa deh parsî” tê naskirin.
Ev petêx bi hundirê xwe yê sor, tama xwe ya şîrîn û şêweyê xwe yê geometrîk di bostanên Amedê de bûye berhemeke nû û girîng.
Endezyarê çandiniyê Hakan Çelîk qala pêvajoya islahkirina tovê petêxê kir û got:
“Ji ber ku li rûyê wê deh xet hene, di eslê xwe de ji vê petêxê re digotin petêxa deh parsî. Ev petêxa me ya berê ye.
Berê baran zêde bû û şilî di erdê de tim hebû, loma me ev petêx bejayî diçand. Me xwest em petêxa xwe ya berê careke din berhem bînin û em li ser vê yekê xebitîn.
Niha em bi awayê avî diçînin. Bera wê gelekî baş e û tama wê gelekî xweş e. Yên ku dixwin dibêjin em vegeriyan salên xwe yên berê.”
Hilberîn zêde dibe
Cotkar ji tam û bera vê petêxê gelekî razî ne û ji ber vê yekê îsal hilberîna wê zêdetir bûye.
Li gorî gotina endezyaran, îsal li gelek bajarên herêmê û li Amedê li ser zêdetirî hezar donimî ev petêx hatiye çandin.
Navê qeydkirî yê vê petêxê "368" e.
Cotkar Abdurahîm Demîrel li ser berhemdariya petêxê axivî û ev agahî dan:
“Ev petêx li erdê me xweş hat. Bera wê jî baş e û petêxeke gelekî tendurist e. Di bazarê de jî xelk gelekî jê hez dike.
Rengê wê sor e û tama wê pir xweş e. Her wiha kîloya wê jî giran e.”
Cotkarekî din ê bi navê Remezan Çelîk jî diyar kir ku ew dê qada çandiniya xwe berfirehtir bike û got:
“Min sala çûyî 15 donim çandibû. Îsal min derxist 20 donimî. Sala bê niyeta min heye ku ez 560 donimî ji vê petêxê biçînim.
Bera petêxa deh parsî ji petêxa zer a ku em dizanin gelekî zêdetir e.”
Cotkar û endezyar diyar dikin ku ji welatên Ewropayê heta welatên Ereban daxwazeke mezin ji bo petêxên wan heye.
Ew pêşbînî dikin ku ev petêx di paşerojê de bibe yek ji nirxên herî girîng ên çandiniya Amedê.
.webp&w=3840&q=75)

