Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro bi Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê Mihemed Ebdulrehman Tirko re civiya.
Di hevdîtinê de xurtkirina pêwendiyên perwerdeyî û rewşa penaberên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, her du aliyan tekezî li ser girîngiya bipêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistan û Sûriyeyê kir.
Hat destnîşankirin ku dê ev pêwendî bi taybetî di warên perwerde û xwendina bilind de werin xurtkirin.
Xwendina bi Kurdî li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê
Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku di salên giran ên şer de mazûvaniya bi sedhezaran penaberên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê kiriye.
Mihemed Ebdulrehman Tirko anî zimên ku Herêma Kurdistanê derfetên xwendinê ji bo zarokên penaber dabîn kirine.
Her wiha, wî amaje bi gavên hikûmeta xwe da ku dê li Sûriyeyê girîngiyê bidin xwendina bi zimanê Kurdî.
Amadehiya hevkariyê
Mesrûr Barzanî amadehiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo her cure hevkarî û hevahengiyeke bi hikûmeta Sûriyeyê re nîşan da.
Mesrûr Barzanî tekez kir ku ew piştgiriya her gavekê dikin ku xizmeta bipêşketina pergala perwerdeyê û xurtkirina pêwendiyên dualî dike.

.webp&w=3840&q=75)

