Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Şikarteyê ya nahiyeya Bêtwateyê ya navçeya Ranyeyê ya Silêmaniyê zarokeke 4 sal û nîvî ya bi navê Lîva Omer ji ber pêvedana dûpişkeke reş mir.
Bavê Lîvayê dibêje ku li klînîkên tenduristiyê çareserî nebûye.
Ji ber vê yekê ew neçar mane keça xwe bibin çend nexweşxaneyên cuda lê heta ku gihîştine Hewlêrê li rê miriye.
Bûyer demjimêr 21:00ê sêşemê li gundê Şikarteyê rû daye.
Lîva bi dayîka xwe û birayê xwe yê mezin re ji bo çûyîna bazarê ji malê derketiye û li ser rêyeke ax, dûpişkekê bi pêyê wê ve daye.
Bavê Lîvayê Omer Îsmaîl li ser hewldanên rizgarkirina keça xwe got:
“Telefonî min kirin û gotin dûpişk bi Lîvayê ve daye.
Min bi lez ew bir dermanxaneyeke nêzîk û pişt re jî bir beşa hawarçûnê ya Haciawayê.
Ji wir jî em şandin Ranyeyê û ji ber ku em bêhêvî kirin, me ew bir Hewlêrê lê mixabin li rê mir.”
Pirsgirêk nebûna karmendên pispor e
Birêvebiriya Tenduristiyê ya Raperînê li ser nebûna derziya li dijî jehrê ya li klînîkên tenduristiyê daxuyaniyek da.
Tenduristiya Raperînê da zanîn, pirsgirêka wan a kêmiya dermanan nîne lê pirsgirêk nebûna karmendên pispor e ji bo bikaranîna van cure derziyan.
Berdevkê Tenduristiya Raperînê Teha Mihemed ji Rûdawê re ragihand:
“Şêwazeke taybet a wê derziyê heye û divê kesekî pispor bi kar bîne.
Ji ber vê yekê li gorî qanûnê li klînîkên tenduristiyê nehatiye dabînkirin û tenê li beşên hawarçûnê heye.”
Li gorî amarên Birêvebiriya Tenduristiyê ya Raperînê di 7 mehên destpêkê yên salê de li devera wan zêdetirî 200 bûyerên pêvedana dûpişkan û nêzîkî 30 bûyerên pêvedana maran hatine tomarkirin.
Tenê Lîva Omer ji ber van bûyeran li wê deverê miriye.


