Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Nahiyeya Kobaniyê Mihemed Mihemed derbarê çareserkirina pirsgirêkên elektrîk, wergirtina pereyê genim û guhertina diravê kevn agahiyên nû dan Rûdawê.
Mihemed Mihemed diyar kir ku birêvebiriya herêmê ji bo hêsankirina jiyana welatiyan çend biryarên girîng dane.
Dabeşkirina dadwerane ya elektrîkê
Mihemed Mihemed derbarê pirsgirêka elektrîkê ya li herêmê ya ku ji Bendava Tişrînê tê dabînkirin eşkere kir ku xeta elektrîkê ya Kobanî û Sirînê yek e lê ji ber ku herêm dikeve dawiya xetê, pirsgirêkên kêmkirin û windabûna enerjiyê derdikevin.
Birêvebirê Nahiyeya Kobaniyê diyar kir ku li ser biryara birêvebirê herêmê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê rêkarên nû yên çavdêriyê dest pê kiriye û got:
"Me dest bi bicihkirina çend rêkarên hêsan kiriye da ku çavdêrî li ser dabeşkirina elektrîkê hebe. Divê her kes para xwe ya diyar bistîne û mafê kesî neyê xwarin.
Divê dabeşkirina elektrîkê ya di navbera Sirîn û Kobaniyê de wekhev û nîv bi nîv (ji sedî 50-50) be da ku zilm li Kobaniyê neyê kirin."
Mihemed Mihemed hêvî kir ku bi rêya van amadehî û çavdêriyan, di paşerojê de rewşa elektrîka Kobaniyê baştir bibe.
Hêsankariya ji bo wergirtina pereyê genim
Wî li di heqê pirsgirêka wergirtina heqê genimê cotkaran de bal kişand ser tecrubeya serkeftî ya navçeya Sirînê û bi bîr anî ku berê cotkarên ji Sirîn û Çelebiyê neçar bûn ji bo wergirtina pereyên xwe herin navçeya Sifêrayê ya Helebê lê piştî ku Sifêrayê nivîsgehek li şaredariya Sirrînê vekiriye karê wan hêsan bûye.
Mihemed Mihemed diyar kir ku ew dixwazin heman sîstemê li Kobaniyê jî ava bikin lê ji bo vê yekê hevkariya Banka Helebê pêwîst e û got:
"Ji ber ku banka Kobaniyê hîn bi temamî nehatiye entegrekirin, em hewl didin bi hevkariya karmendên li Helebê nivîsgehekê li banka Kobaniyê deynin.
Em dixwazin ew li Kobaniyê bi xwe karê dabeşkirina pereyên cotkaran bikin an jî nûnerên wan bi hevahengî pereyan bînin vir da ku welatî neçar nebin herin Helebê."
Rêkarên ji bo qebûlkirina diravê kevn ê Sûriyeyê
Mijara sêyem a ku bandoreke mezin li ser bazarê kiriye, kombûna diravê (pere) kevn û xerabûyî yê Sûriyeyê ye.
Birêvebirê Nahiyeya Kobaniyê diyar kir ku her çend li Kobaniyê ji bo guhertina van diravan hewla avakirina navendeke posteyê hebe jî ev kar demê dixwaze.
Li gorî agahiyên ku Mihemed dane, ji ber vê yekê birêvebiriyê wekî çareseriyeke bilez û demkî çend biryarên girîng dane:
"Birêvebiriya herêmê biryar daye ku divê nanpêj, stasyonên sotemeniyê, birêvebiriya sotemeniyê û şaredarî diravê kevn ji welatiyan qebûl bikin û karên wan bimeşînin."
Mihemed Mihemed ji bo kesên ku gelek pere li cem wan hene û dixwazin herin Helebê da ku li bankan ğereyan biguherin, eşkere kir ku ew dê hêsankariyê ji wan re bikin û got:
"Kesên ku dixwazin ji bo guhertina pereyan herin Helebê, dê birêvebiriya me hevaltiya parastinê bi wan re bike da ku çûn û hatina wan bi silametî be û li ser rêyan rûbirûyî ti astengan nebin."
Mihemed diyar kir ku ji bo roja dawî ya guhertina diravan niha demeke diyarkirî nîne lê welatî dikarin vî karî di hefteyek yan du hefteyan de biqedînin.



