Dêrsim (Rûdaw) - Festîvala 24emîn a Çand û Xwezayê ya Munzurê li Dêrsima Bakurê Kurdistanê dest pê kir.
Festîval bi dirûşma "Ji bo bîr û jiyana azad, em xwedî li xweza, ziman, çand û baweriya xwe derdikevin" tê lidarxistin.
Ev festîval dê di navbera 30yê Tîrmehê û 2yê Tebaxê de bidome.
Meşa ber bi Qada Seyîd Riza ve
Bernameya festîvalê li Kolana Hunerê bi lêdana dahol û zirneyê û gerandina govendê dest pê kir.
Piştre bi sedan kes ji Kolana Hunerê ber bi Qada Seyîd Riza ve meşiyan.
Nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û gelek welatiyên ji bajarên cuda yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê beşdarî meşê bûn.
Girseya gel di dema meşê de li dijî projeyên madenan dirûşm berz kirin.
Her wiha wan ji bo Gulistan Dokuya ku ji 5ê Kanûna Paşîn a 2020an ve winda ye jî dirûşm qîriyan.
Beşdaran bi berdewamî dirûşmên "Dêrsim rûmet e, xwedî li rûmeta xwe derkeve", "Munzur azad e, dê azad biherike" û "Gulistan Doku li kû derê ye?" gotin.
"Dêrsim dîsa di bin zilmê de ye"
Meş li Qada Seyîd Riza bi dawî bû û li wir bernameya vekirinê bi xulekek rêzgirtinê dest pê kir.
Endamê Komîteya Amadekar a Festîvalê Umît Karabulut di bernameyê de axivî.
Karabulut dîroka festîvalê ya 26 salî û valakirina gundan a li Dêrsimê bi bîr anî.
Wî qala êş û azarên giran ên bajarê Dêrsimê kir.
Umît Karabulut destnîşan kir ku festîval beriya 26 salan ji bo nîşandana pirsgirêkên Dêrsimê hatiye destpêkirin.
Wî bertek nîşanî talankirina xwezayê, rûxandina ekolojîk û projeyên madenan da.
Karabulut got, "Wekî beriya 26 salan, em îro dîsa hatin cem hev. Wê demê Dêrsim ji her aliyî ve di bin agir de bû. Ji wê rojê heta îro pirsgirêk neqediyane. Dêrsim dîsa ji her aliyî ve di bin zilmê de ye."
Festîvala Munzurê ew e ku dîrok, bawerî û çand xwe ji nû ve ava bike. Heke em werin cem hev em dê bihêz bibin, nexwe em dê parçe bibin."
Dê gelek çalakî werin kirin
Di çarçoveya Festîvala 24emîn a Çand û Xwezayê ya Munzurê de dê gelek çalakî werin kirin.
Dê di van rojên festîvalê de panel, hevpeyvîn, çalakiyên çandî û konser werin lidarxistin.



