Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî di salvegera Enfala Barzaniyan de got, "Em silavên xwe yên germ pêşkêşî xelkê dilsoz û wefadar ê Hewlêr û derdora wê û hemû wan camêran dikin ku di wan rojên dijwar de ji bo malbatên Barzaniyan bûn alîkar û stargeh."
Îro 43 sal di ser pêla Enfala Barzaniyan re derbas dibin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di salvegera Enfala Barzaniyan de daxuyaniyek belav kir û anî zimên:
"Îro 43 sal di ser tawana komkujî û enfalkirina 8 hezar ciwan û mêrên sivîl ên Barzanî re derbas dibin.
Di vê salvegera biêş de, em li ber giyanê pak ê şehîdan bi rêz û hurmet serê xwe ditewînin û wan bi rûmet bi bîr tînin."
Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi rola jinan kir û da zanîn:
"Piştî vî tawana hov, erkekî giran ket ser milê dayîk û hevjînên serbilind ên Barzanî.
Wan bi berxwedan, moralê bilind û xwedîkirina zarokên xwe ya di nav keda giran û herî dijwar de, nehîşt ku armanca dijminan a ji bo tunekirina vî gelî pêk were.
Wan nifşekî welatperwer ji bo paşeroja Kurdistanê mezin kir.
Ez destê yek bi yekê wan dayîkên westiyayî û dilovan maç dikim."
Tazmînkirina qurbaniyan
Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku Enfala Barzaniyan û hemû pêlên Enfalê birînên kûr ên welêt in lê îradeya gelê Kurdistanê ya ji bo man û parastina mafên rewa xurttir kiriye.
Barzanî ji bo tazmînkirina xizmên enfalkiriyan û hemû qurbaniyên destê rejîma berê tekezî li erkê exlaqî û yasayî yê hikûmeta Îraqê kir.
Serokê Herêma Kurdistanê her wiha got:
"Em ducare dikin ku divê tehliyên pêşerojê û êşa karesatan, ji bo paşerojê bibin ders û bibin hêmaya çespandina çanda hevqebûlkirinê.
Bila rêzgirtin, têgihiştin û aştiyeke berdewam hemû pêkhateyên Îraqê bîne cem hev û her kes bi rûmet û serbilindî bi hev re bijî."
Enfala Barzaniyan di dîroka hevdem a gelê Kurdistanê de yek ji tawanên mezin ên cenosîdê ye.
Rejîma Beasê 31ê Tîrmeha 1983yan bi fermana rasterast a Sedam Husên êrişeke hovane bir ser Barzaniyan.
Di encamê de 8 hezar ciwan, mêr û kalên Barzanî li çolên başûrê Îraqê hatin windakirin û zindî hatin binaxkirin.



