Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî di salvegera Enfala Barzaniyan de ragihand ku erkê dewleta Îraqê ye ku tazmînata madî û manewî ya wan tawan û zilmên ku sedsala borî li dijî gelê Kurdistanê hatine kirin bide.
Îro 43 salan di ser Enfala Barzaniyan re derbas dibin.
Serok Barzanî di salvegera Enfala Barzaniyan de got, “Tawana Enfala Barzaniyan a 31ê Tîrmeha 1983yan, beşek ji destpêka rêzetawanan bû.”
Serok Barzanî diyar kir ku ev tawan ji windakirina 12 hezar ciwanên Kurdên Feylî, heta pêlên Enfala Germiyan û Behdînanê, kîmyabarankirina Helebce û herêmên din ên Kurdistanê, Erebkirin, rakirin û bi dehan tawanên din ên nemirovane li xwe digire.
Serok Barzanî da zanîn ku ev tawan ji aliyê rejîma berê ya Îraqê ve bi armanca jiholêrakirina nasnameyê û şikandina îradeya azadîxwaziyê li dijî gelê Kurdistanê hatine kirin.
Serok Barzanî li ser hûrgiliyên Enfala Barzaniyan got:
“Di Enfala Barzaniyan de rejîma berê ya Îraqê 8 hezar ciwan, mêr û kalên Barzanî tenê ji ber Barzanîbûn û Kurdbûnê û bi hincetên bêbingeh girt û piştî veguhastina wan, bi awayekî nemirovane li çolên başûrê Îraqê ew bi komî kuştin.”
Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de amaje bi wê yekê kir ku heta niha jî birînên yek ji wan komkujî û cenosîdan nehatine dermankirin û li pey çû:
“Li vir em tekez dikin ku erkê dewleta Îraqê ye ku tazmînata madî û manewî ya hemû wan tawan û zilmên ku sedsala borî li dijî gelê Kurdistanê hatine kirin, bide.”
Serok Barzanî her wiha spasiya xelkê Deşta Hewlêrê, Herîr û Soranê kir ku di wan rojên biêş de hevxemên Barzaniyan bûne û alîkariya wan kiriye.
Serok Barzanî bal kişand ser berxwedana malbatên Enfalkiriyan û got:
“Ez qedrê berxwedana bêhempa ya xizmên Enfalkiriyan, bi taybetî wan dayîk û jinên Barzanî yên bi hêz û berxwedêr digirim ku salên dûvdirêj êşa dûrbûn û windakirina ezîzên xwe kişand lê serê xwe netewand û bi hezaran zarokên serbilind û niştimanperwer perwerde kir.”
Di dawiya peyama xwe de Serok Mesûd Barzanî silav ji giyanê pak ê Barzaniyan, hemû şehîdên Enfalê û şehîdên rêya azadiya Kurdistanê re şand.



