Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Koyeyê ya parêzgeha Hewlêrê êrişeke bi dronan hat kirin.
Berpirsekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) ragihand ku êrişî kampeke wan hatiye kirin û ji ber wê agir bi herêmê ketiye.
Berpirsekî pilebilind ê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, “Îro bi 2 dronan Kampa Azadiyê ya li Koyeyê hat bombebarankirin.”
Wî berpirsî her wiha da zanîn ku ji ber bombebaranê agir bi herêmê ketiye lê ti zererên canî nînin.
Her îro Sazimana Xebatê ya Kurdistana Îranê ragihand ku li ser rêya Hewlêr-Mexmûrê êrişî baregeheke wan hatiye kirin.
Berpirsekî Sazimana Xebatê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re eşkere kir ku êrişa destê sibehê bi dronan hatiye kirin.
Li gorî agahiyên ku wê partiyê dane Rûdawê, êrişa li Hewlêrê bi 2 dronan hatiye kirin û 5 xanî hatine rûxandin lê ji ber ku xanî vala bûne ti zererên canî çênebûne.
Berpirsê Sazimana Xebatê da zanîn ku îro bi dronekê êrişî hêzên wan ên li Başîkayê jî hatiye kirin û li wir jî ti zererên canî nînin.
Li gorî şopandina Tora Medyayî ya Rûdawê, ji 28ê Sibatê ve heta îro bi zêdetirî 945 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Di êrişan de 32 kes şehîd ketine û zêdetirî 150 kesî jî birîndar bûne.



