Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê, otobuseke rêwiyan ji ber sedemeke ne diyar şewitî.
Bûyer doh li herêma tunelan a li ser rêya Erzingan û Sêwazê rû da.
Ji ber sedemeke ku hîn nehatiye diyarkirin, di dema rêwîtiyê de agir bi otobusa rêwiyan ket.
Şofêrê bi navê S.K. gava bi agir hesiya, di cih de otobus rawestand û tîmên agirvemirandinê ji rewşê agahdar kir.
Li ser agahdarkirinê, tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê û wan agir vemirand.
Ji ber şewatê, li ser rêya Erzingan û Sêwazê rêzeke dirêj a otomobîlan çêbû û trafîk rawestiya.
Hat ragihandin ku di otobusê de rêwî kêm bûne û kesî zerer nedîtiye.



