Hewlêr (Rûdaw) - Li nêzîkî Dêlirana parêzgeha Îlamê otomobîlek qulibî.
Birêvebirê Giştî yê Hawarçûna Bilez a Îlamê ragihand ku di qezayê de 4 kes mirine.
Qezayê demjimêr 06:40an li nêzîkî navçeya Dêliranê ya parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê rû daye.
Birêvebirê Giştî yê Hawarçûna Bilez a Îlamê Mehdî Şebanî diyar kir ku otomobîleke taybet qulibiye.
Li gorî gotina Mehdî Şebanî, di qezayê de 4 ji rêwiyên otomobîlê di cih de mirine û kesek jî bi giranî birîndar bûye.
Mehdî Şebanî got ku wan piştî derxistinê cenaze birine tiba dadî ya navenda parêzgehê û birîndar jî li nexweşxaneyê ye.
Mehdî Şebanî diyar kir ku her çar mirî di navbera 20 û 36 saliyê de bûne.
Heta niha sedema qulibîna otomobîlê nayê zanîn û polîsên trafîkê mijûlî lêkolîna zêdetir a li ser qezayê ne.
Li gorî amarên fermî yên Tiba Dadî ya Îranê, her sal gelek kes di qezayên trafîkê de dibin qurbanî.
Par li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 19 hezar û 540 kes di qezayan de miribûn.



