کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Erdhej / Wêne: Arşîv

Erdhej / Wêne: Arşîv

Kurdistan

Li Kerkûkê dîsa erd hejiya: Di 48 demjimêran de ya sêyem e

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

01-08-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran01-08-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li Kerkûkê di nava 48 demjimêran dawî de erdhejeke din hat tomarkirin.

Birêvebiriya Keşnasiyê ya Kerkûkê ragihand ku mezinahiya erdhejê 3,4 pile ye û li bajêr erdhejeke bihêz nayê çaverêkirin.

Birêvebirê Şaxa Kerkûkê ya Saziya Keşnasiyê ya Îraqê Hesen Elî ji Rûdawê re eşkere kir ku şeva înê saet 22:30î li rojhilatê Kerkûkê erdhejeke bi mezinahiya 3,4 pileyan rû daye.

Hat diyarkirin ku erdhej 10 kîlometreyan di bin erdê de, di navbera Leylan û Teqiye el-Cebarê de çêbûye ku nêzîkî 30 kîlometreyan dûrî navenda Kerkûkê ye.

Ev erdhej di nava 48 saetên dawî de erdheja sêyem e ku li Kerkûkê tê tomarkirin.

Hesen Elî li ser erdhejan diyar kir ku ev lerizîn ji ber tevgera xwezayî ya tebeqeyên erdê ne û got, "Ti metirsî nînin."

"Rîska erdhejeke mezin kêm e"

Pisporê Jeofîzîkê Prof. Dr. Aram Namîq jî ji Rûdawê re ragihand ku li rojhilat û bakurrojhilatê Kurdistanê erdhej tiştekî xwezayî ne.

Namîq destnîşan kir ku ev erdhej ji ber tevgera lewheyên tektonîk ên di qatên erdê de ne.

Li gorî lêkolînên wî, di 10 sedsalên dawî de li Kerkûkê erdhejeke wêranker çênebûye.

Ji ber vê yekê li bajêr erdhejeke mezin nayê çaverêkirin.

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Pirsên