Hewlêr (Rûdaw) - Di qulibîna otomobîlekê ya li ser rêya Şahoyê de 4 kes mirin û kesek jî bi giranî birîndar bû.
Îro kesekî ji bajarê Paweyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji Rûdawê re got:
"Êvara înê li bilindahiyên Şahoyê û li nêzîkî bajarê Paweyê, otomobîlek qulibî.
Di encamê de 3 jin û zarokek mirin, jinek jî bi giranî birîndar bû."
Li gorî gotina wî kesî, ew 4 kesên ku di qezayê de mirine ji malbatekê ne û xelkê gundê Seryasê ne.
Navên kesên mirî wiha ne: Sonya Husênî, Lîda Husênî, Hetaw Husênî û Anîsa Husênî.

Her wiha hat gotin ku di qezayê de Geşaw Husênî bi giranî birîndar bûye û tîman ew veguhastiye nexweşxaneya Kirmaşanê.
Geşaw Husênî di bin çavdêriya hûr a bijîşkan de ye.
Li gorî Saziya Tiba Dadî ya Îranê, par li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 19 hezar û 540 kes di qezayên trafîkê de mirine.



