Hewlêr (Rûdaw) - Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê û Konsulxaneya Amerîkayê ya Hewlêrê ji bo welatiyên xwe yên li Îraq û Herêma Kurdistanê "hişyariyeke ewlehiyê" ya bilez belav kir.
Amerîkayê di hişyariyê de ji welatiyên xwe xwest ku ji bo derketina ji herêmê amade bin.
Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê û Konsulxaneya Amerîkayê ya Hewlêrê di daxuyaniyê de got:
"Ji ber zêdebûna aloziyên li Rojhilata Navîn, rewşa ewlehiyê aloz e û eger heye ku şer û pevçûn bi awayekî çaverênekirî berfireh bibin."
Her du nûnertiyên dîplomatîk ên Amerîkayê ji welatiyên xwe yên ku niha li herêmê ne xwest ku gelekî baldar bin.
Her wiha hişyarî hat dayîn ku "xwe ji bo betalkirina geştên asmanî, girtina demkî ya asmanê welatan û têkçûna bernameya geştên xwe amade bikin."
Di beşeke din a hişyariyê de eşkere hat gotin:
"Pêwîst e Amerîkiyên li herêmê li ser derketinê bifikirin an jî eger rewş aloztir bibe divê herî kêm ji bo çûyînê amade bin."
Balyozxaneya Amerîkayê diyar kir ku hinek xetên asmanî yên herêmê geştên xwe bi paş xistine û hinek xetên asmanî jî bi temamî geştên xwe yên ji bo çend cihan betal kirine.
Ji ber vê yekê, ji welatiyan hat xwestin ku beriya ku biçin Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê û balafirgehên din, ji bo piştrastbûna ji geştên xwe rasterast bi xetên asmanî re pêwendiyê deynin.



