Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsekî Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand ku bi du dronan êrişî çiyayekî nêzîkî navçeya Dûkanê ya Silêmamiyê hatiye kirin.
Berpirsê Ewlehiyê yê Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê Azad Selawatî ji Nûçegihanê Rûdawê yê Silêmaniyê Erkan Elî re axivî.
Wî diyar kir ku bi du dronan êrişî çiyayekî nêzîkî gundê Caseneyê hatiye kirin.
Gundê Caseneyê li navçeya Dûkanê ye.
Li gorî gotina Selawatî, ji bilî derketina agirekî biçûk ti zererên din çênebûye.
Ji destpêka şerê Îsraîl û Amerîkayê yê li gel Îranê, Herêma Kurdistanê gelek caran bûye hedefa êrişên bi dron û mûşekan.
Bîlançoya meha tîrmehê
Li gorî şopandina Rûdawê, di nava mehekê de 88 caran êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Ev êriş di navbera 1 û 31ê Tîrmehê de bi dron û mûşekan pêk hatine.
Di encamê de 10 kesan canê xwe ji dest daye û her wiha 15 kesên din jî birîndar bûne.
Li gorî amarên Rûdawê dane hev, meha tîrmehê bi 66 dron û du mûşekan êrişî parêzgeha Hewlêrê hatiye kirin.
Her wiha bi 10 mûşek û 9 dronan êrişî parêzgeha Silêmaniyê hatiye kirin û mûşekek jî li Helebceyê ketiye xwarê.
Zêdetirî 950 êriş
Meha Hezîranê Herêma Kurdistanê bi 13 dron û du mûşekan hatibû bombebarankirin.
Ji wan 9 dron û du mûşek li Hewlêrê ketin.
Her wiha bi du dronan parêzgeha Silêmaniyê û bi du dronên din jî navçeya Akrê ya parêzgeha Dihokê hatin armanckirin.
Ji 28ê Sibatê ve şerê navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê dest pê kiriye.
Ji wê demê heta îro, bi zêdetirî 950 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Ji ber van êrişan 32 kesan canê xwe ji dest daye û 154 kesên din jî birîndar bûne.

