Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê Sûriyeyê Mistefa Ebdî ragihand ku 12 hezar û 500 malbat li benda vegera Serê Kaniyê ne
Endamê Tîma Serokatiya Sûriyeyê û Parlamenter Mistefa Ebdî li ser vegera koçberan a ji bo Serê Kaniyê agahiyên girîng dan.
Mistefa Ebdî eşkere kir ku vegera xelkê tenê bi ewlehiya herêmnê ve girêdayî ye.
Li gorî daxuyaniyên Dr. Mistefa Ebdî, vegera koçberên Serê Kaniyê li benda sererastkirina rewşa ewlehiyê ye.
Mistefa Ebdî destnîşan kir ku vegera xelkê ne bi dosyeya siyasî û ne jî bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve girêdayî ye.
Wî tekez kir ku xala sereke û ya herî girîng a ji bo vegerê, dabînkirina jîngeheke ewle ye.
12 hezar û 500 malbat li bendê ne
Mistefa Ebdî da zanîn ku niha 12 hezar û 500 malbat li benda vegera mal û halê xwe ne.
Bi gotina wî ji bo ku ev malbat bi silametî vegerin, xebatên paqijkirina herêmê didomin.
Wî her wiha anî zimên ku artêş, tîmên Neteweyên Yekbûyî (NY) û şervanên HSDyê ev 50 roj in li herêmê mayînan radikin.
Li gorî agahiyên ku wî dane, rojane 100 heta 150 mayînên ku li navçeyê hatine çandin tên pûçkirin.
.webp&w=3840&q=75)