Hewlêr (Rûdaw) – Amerîka û hevalbendên wê hêzên xwe ji Hewlêrê dikişînin.
Li gorî zanyariyên ku Rûdawê bi dest xistine, hêzên Amerîka, Brîtanya, Fransa û Almanyayê bi biryareke ji nişkê ve, bi sedan leşkerên xwe û pergalên sereke yên parastina asmanî ji Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê vekişandin.
Rûdawê zaniye ku ew balona çavdêriyê ya ku tim li asmanê Hewlêrê dihat dîtin, îro hatiye daxistin.
Ev balona ku wekî "PSS-T" tê naskirin, bi kamerayên çavdêriyê yên gelekî bipêşketî yên şev û rojê hatiye amadekirin.
Ev pergal dikare bi goşeya 360 pileyî bi qasî 50 kîlometreyan dûrî xwe bibîne.
Kapasîteya wê heye ku çavkaniya her cure êrişekê tespît bike.
Ev pergal dikare amûrên elektronîkî çend hezar fêtan li ser baregehên leşkerî, yekîneyên bicihkirî û karwanan bilind bike.
Li şûna ku hejmara hêzên bejayî zêde bike, ji bo ewlehiyê wekî hişyariyeke pêşwext a serkeftî kar dike.
Ev balon ji sala 2010an ve ji aliyê şirketa NASCê ve ji bo Wezareta Parastinê ya Amerîkayê û gelek saziyên din tê piştgirîkirin.
Ev balon berê li baregehên leşkerî yên Eyn Esed a li Enbarê û K-1ê a li Kerkûkê jî hatibû bikaranîn.
Vekişîna pergala Patriotê
Li gorî nûçeya Al Monitorê ya ku dispêre çavkaniyên agahdar, artêşa Amerîkayê dest bi vekişandina hêzên xwe yên li nêzîkî Balafirgeha Hewlêrê kiriye.
Çavkaniyan diyar kir ku pergalên parastina asmanî yên Patriotê ku ji bo têkbirina mûşek û dronan tên bikaranîn, li baregeha leşkerî ya Amerîkayê nehatine hiştin.
Hat diyarkirin ku proseya vekişîna leşkeran ji hefteya borî ve didome.
Her wiha piraniya hêzên Amerîkayê û amûrên leşkerî yên giran ji herêmê hatine derxistin.
Çavkaniyeke ev agahî parve kir:
"Hemû Patriot ji bo cihekî din hatin veguhastin lê hinek pergalên din ên parastinê hîn jî li cihê xwe ne."
Berpirsên herêmê vê vekişînê wekî "gaveke asayî" dinirxînin.
Berpirs diyar dikin ku ev yek di çarçoveya peymana bi Bexdayê re pêk tê.
Li gorî vê peymanê divê hêzên Amerîkayê heta 30ê Îlonê bi temamî ji Îraqê vekişin.
Lê belê vekişîna leşkeran û bi taybetî ya pergala Patriotê, rastî demeke wisa tê ku êrişên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê nesekinîne.
Her çendî ev pergalên parastinê ji bo parastina hêzên Amerîkayê hatibin bicihkirin jî Herêma Kurdistanê jî ji vê sîwana ewlehiyê gelekî sûd wergirtibû.
Ji meha Sibatê ve Balafirgeha Hewlêrê bi berdewamî dibe armanca êrişên Îranê û komên çekdar.
Li gorî agahiyên çavkaniyan ên Al Monitorê, pergalên parastinê yên Amerîkayê karîbû herî kêm ji sedî 95ê van êrişan asteng bikin.
“Hêzên me tim di nava tevgerê de ne”
Nûçegihanê Rûdawê Hêvîdar Ehmed 4 pirsên li ser mijarê ji Wezareta Şer a Amerîkayê (Pentagon) kirin:
1- Di hinek dezgehên medyayê de nûçe belav bû ku we dest bi vekişandina hêzên xwe yên ji Hewlêrê kiriye. Ev agahî çi qasî rast in?
2- We pergala parastina mûşekan a Patriotê ji Hewlêrê vekişand?
3- Dê li Herêma Kurdistanê ti pergalên parastina mûşekan bimîne? (Zanyariyên me hene ku li konsulxaneyê C-RAM heye).
4- Di dema êrişa bi mûşekan a Îranê de, ji bo xistina mûşekan li Hewlêrê hêzên we yên asmanî hebûn? Eger hebin, dê ev balafir li herêmê bimînin?
Berpirsekî Pentagonê yê ku nexwest navê wî eşkere bibe, li ser hersê pirsên ewil ev bersiv da:
"Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ji bo piştgiriya erkan, bi berdewamî cihê hêz û amûrên Amerîkayê diguherîne û wan li cihên din bi cih dike. Li gel vê yekê, em ji ber ewlehiya operasyonel qala van tevgeran nakin."
Berpirs li ser pirsa çaremîn jî tenê ev yek got:
"Em ji we daxwaz dikin ku hûn li daxuyaniyên me yên medyayê yên berê binêrin. Vê gavê tiştekî din nîne ku em lê zêde bikin."
Pergala Patriotê çi ye?
Pergala Patriotê yek ji pergalên herî bipêşketî yên parastina asmanî û mûşekan a cîhanê ye.
Bihayê bataryayeke tenê ya vê pergalê milyarek û 100 milyon dolar e.
Lêçûna her mûşekên ku diavêje jî di navbera 3,8 û 4,2 milyon dolaran de ye.
Ev pergala mobîl dikare di her cure şert û mercên keşûhewayê de kar bike.
Ev pergal stûna parastina asmanî ya artêşa Amerîkayê pêk tîne û ji aliyê nêzîkî 20 welatan ve tê bikaranîn.
Ev pergal erkekî jiyanî hildigire.
Ew metirsiyên ku baregehên leşkerî, bajar an jî binesaziyan dikin armanc, berî ku bigihîjin hedefê tespît dike û têk dibe.
Ev pergal ji radareke gelekî xurt, rawestgeheke kontrolê û rampayên avêtinê pêk tê.
Dikare di heman demê de bi dehan hedefan di qadeke ji 150 kîlometreyî zêdetir de bişopîne.
Li gorî zanyariyan, Pergala C-RAMê ya ku li nêzîkî Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê hatiye bicihkirin wekî xwe maye.
Pergala C-RAMê çi ye?
C-RAM pergaleke parastina asmanî ya menzîlkurt e ku di çirkeyên dawî yên beriya ketinê de metirsiyan ji nav dibe.
Wekî Patriotê parastineke menzîldirêj pêk nayîne.
Ji bo baregehên leşkerî, balyozxane û xalên hestiyar "xeta parastinê ya dawî" ye. Lêçûna pergalekê derdora 10 heta 15 milyon dolar e.
Her çendî bihayê guleyeke wê tenê di navbera 27 û 80 dolarî de be jî ji ber ku li pey hev gelek guleyan diavêje, lêçûna astengkirineke tenê dikare bigihîje 30 hezar heta 60 hezar dolarî.
Modela wê ya herî navdar a Amerîkî "Centurion" e ku xwedî lûleyeke cureyê Gatling a 20 mîlîmetreyî ye.
Ji Balyozxaneyê hişyarî: "Ji bo tehliyekirinê amade bin"
Li aliyê din, îro Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê û Konsulxaneya Amerîkayê ya Hewlêrê ji bo welatiyên Amerîkî yên li Îraq û Herêma Kurdistanê "hişyariyeke ewlehiyê" ya bilez belav kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ji ber aloziyên ku li Rojhilata Navîn zêde dibin, jîngeha ewlehiyê ya tevlihev didome û îhtimal heye ku pevçûn bi awayekî nediyar gurtir bibin."
Her du nûnertiyên dîplomatîk ji welatiyên xwe yên li herêmê xwest ku pir baldar bin û wan hişyarî da:
"Ji bo îhtimala betalkirina seferan, girtina qada asmanî ya dem bi dem û xerabûna planên geştê amade bin."
Di berdewamiya hişyariyê de hat destnîşankirin, "Divê welatiyên Amerîkî yên li herêmê bifikirin ku cihê xwe biterikînin, yan jî bi kêmanî dema ku rewş tevlihevtir bibe ji bo derketinê amade bin."
Her wiha balyozxaneyê bi bîr xist ku hinek şîrketên balafiran ên li herêmê seferên xwe bi paş xistine yan jî bi temamî betal kirine.
Balyozxaneyê tekez kir ku divê welatî berî ku biçin balafirgehan rasterast bi şîrketên balafiran re têkiliyê daynin.
.webp&w=3840&q=75)
