کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Dron / Wêne: Rûdaw Grafîk

Dron / Wêne: Rûdaw Grafîk

Kurdistan

Li Hewlêr û Silêmaniyê êrişên bi dronan: Hemû hatin xistin

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

02-08-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran02-08-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Destê sibehê bi 3 dronan êrişî Hewlêr û Silêmaniyê hat kirin û hemû dron li asmên hatin xistin û ti zererên canî çênebûn.

Derdora demjimêr 01:00ê 2 dron gihîştin asmanê Silêmaniyê.

Nûçegihanê Rûdawê Erkan Elî diyar kir ku dronan ti zererên canî çênekirine.

Yek ji wan dronan li asman hat xistin û bû sedema şewatekê.

Erkan Elî da zanîn ku agir di demeke kurt de hat vemirandin.

Li gorî vîdeoyeke ku welatiyan ji Rûdawê re şandiye, dron di ser nahiyeya Pîremegrûnê re derbas bûne û gihîştine Silêmaniyê ku nahiye li başûrrojavayê bajêr e.

Li Hewlêrê sîstema C-RAMê ket dewrê

Her wiha destê sibehê li asmanê bajarê Hewlêrê, dronek bi sîstema parastinê ya C-RAMê hat xistin û zerer çênebû.

Hêzên Amerîka, Brîtanya, Fransa û Almanyayê di vekişîneke ji nişka ve ya 72 saetan de, bi sedan leşker û sîstema sereke ya parastina asmanî ji Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê vekişandine.

Rûdawê zaniye ku roja şemiyê balona ku li asmanê Hewlêrê dihat dîtin, hatiye daxistin.

Kamerayên wê yên gelekî bipêşketî yên çavdêriya şev û rojê hene.

Balon bi bazineya 360 pileyî heta 50 kîlometreyî dibîne û çavkaniya hemû êrişan eşkere dike.

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Pirsên