کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Koça Kurdên Êzidî / Wêne: Arşîv

Koça Kurdên Êzidî / Wêne: Arşîv

Kurdistan

Salvegera 12an a Komkujiya Şingalê: Çarenivîsa 2 hezar û 526 Kurdên Êzidî ne diyar e

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

02-08-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran02-08-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Sibe 12 sal di ser Komkujiya Kurdên Êzidî ya li Şingalê û derdora wê re derbas dibin.

Li gorî amarên Ofîsa Rizgarkirina Revandiyan heta niha 3 hezar û 595 revandî hatine rizgarkirin lê çarenivîsa zêdetirî 2 hezar û 500 kesan hîn jî ne diyar e.

Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Revandiyan Husên Qaîdî ku ofîsa wî girêdayî ofîsa taybet a Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ye li ser mijarê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Husên Qaîdî got, “Bi giştî nêzîkî 5 hezar Êzidî ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatine şehîdxistin.”

Li gorî amarên ofîsê ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatine pejirandin, berî êrişa çekdarên DAIŞê ya 3yê Tebaxa 2014an nifûsa Kurdên Êzidî li Şingalê û derdora wê nêzîkî 550 hezar kesî bû.

Husên Qaîdî li ser rewşa koçberan got:

“Li gorî amarên me, niha 135 hezar û 860 Êzidî koçber in û li kampên Herêma Kurdistanê dijîn.

Her wiha 189 hezar û 337 Êzidiyên din jî li bajarên cuda yên Herêma Kurdistanê dijîn.”

Gorên bikom û cihên pîroz

Piştî komkujiya Êzidiyan heta niha li Şingalê û derdora wê 93 gorên bikom hatine dîtin.

Li gorî amarên ofîsê, 296 cenaze ji wan goran hatine derxistin û radestî malbatên wan hatine kirin ku 41 ji wan jin û 255 jî mêr bûn.

Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Revandiyan diyar kir ku gelek gorên din ên bikom hatine dîtin lê heta niha nehatine vekirin.

Di amaran de hat eşkerekirin ku dema çekdarên DAIŞê Şingal û derdora wê bi dest xistibû 68 gor û cihên pîroz ên Êzidiyan teqandin.

Amarên revandiyan

Destpêka êrişa DAIŞê ya sala 2014an 6 hezar û 417 Kurdên Êzidî hatin revandin ku 3 hezar û 548 ji wan mêr û 2 hezar û 869 jî jin bûn.

Husên Qaîdî destnîşan kir ku piştî nemana DAIŞê 3 hezar û 595 Kurdên Êzidî hatine rizgarkirin ku hezar û 213 ji wan jin, 339 mêr, hezar û 79 keç û 964 kur in.

Li gorî amarên Ofîsa Rizgarkirina Revandiyan heta niha 2 hezar û 526 Kurdên Êzidî winda ne û çarenivîsa wan ne diyar e ku hezar û 215 ji wan jin û hezar û 311 jî mêr in.

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Pirsên