Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi hatina Cejna Çilê Havînê peyamek weşand.
Serokê Herêma Kurdistanê Cejna Çilê Havînê li hemû Kurdên Êzidî pîroz kir û ragihand ku Herêma Kurdistanê dê her tim wekî dergûşa bihevrejiyanê bimîne.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de anî ziman:
"Cejna Çilê Havînê bi germî li Mîrê Êzidiyan, Baba Şêx, Civata Ruhanî û hemû welatiyên Êzidî yên li Îraq û Herêma Kurdistanê û her wiha li hemû Êzidiyên li seranserî cîhanê pîroz dikim."
Nêçîrvan Barzanî xwest ku ev cejn xêr û xweşiyê ji her kesî re bîne.
Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de got:
"Em welatiyên Êzidî û hemû pêkhateyên neteweyî û dînî piştrast dikin ku Herêma Kurdistanê dê wekî dergûşa bihevrejiyanê û bêyî cudahî welatê her kesî bimîne.
Her wiha em dê her tim parêzvanên çanda pirrengiyê bin."



