Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî bi hatina Cejna Çilê Havînê peyamek belav kir û cejn li Kurdên Êzidî pîroz kir.
Serok Barzanî hêvî kir ku Kurdên Êzidî cejnên xwe di nav aramî û ewlehiyê de derbas bikin.
Serok Mesûd Barzanî peyamek belav kir û got:
"Bi hatina Cejna Çilê Havînê yê xwişk û birayên Êzidî, ez pîrozbahiyeke germ li Civata Ruhanî, oldar û hemû Êzidiyên Kurdistan û cîhanê dikim."
Serok Barzanî di beşeke din a peyama xwe de diyar kir:
"Ez hêvî dikim ku xwişk û birayên Êzidî hemû cejn û merasîmên xwe di nav aramî û ewlehiyê de derbas bikin."
Serok Mesûd Barzanî di dawiya peyama xwe de xwest ku cejn li Êzidiyan pîroz be û ew her di nav xêr û xweşiyê de bimînin.



