Hewlêr (Rûdaw) - Mesrûr Barzanî ji bo Cejna Çilê Havînê peyamek belav kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de cejn li Kurdên Êzidî pîroz kir û piştgiriya xwe ya ji bo maf û daxwazên wan ducare kir.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got:
"Bi minasebeta hatina Cejna Çilê Havînê, ez pîrozbahiyeke germ li hemû xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistanê û cîhanê dikim.
Ez hêvîdar im rojên cejnê bi xêr, xweşî û aramî derbas bikin."
Mesrûr Barzanî di beşeke din a peyama xwe de bal kişand ser mafên Êzidiyan û anî ziman:
"Ez hêviya paşerojeke baştir ji bo xwişk û birayên Êzidî dixwazim û wekî her tim ez piştgirê maf û daxwazên we me."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di dawiya peyama xwe de nivîsî, "Cejna Çilê Havînê pîroz be û hûn her di nav xweşiyê de bin."
#GRAFÎK - Serokwezîr Mesrûr Barzanî Cejna Çilê Havînê pîroz kir
— RudawKurdi (@RudawKurdi) August 2, 2026
🎙 ❝Bi hatina Cejna Çilê Havînê pîrozbahiyê li xwişk û birayên Êzidî dikim û wekî her tim piştgirê we me❞ pic.twitter.com/t6QFdnJyHW



