Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bêrecûkê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, jineke bi navê Havva Çelîk ket Çemê Feratê û xeniqî.
Havva Çelîka 21 salî dema ku dixwest wêneyan bigire ket nav avê.
Dema wêne digirt ket nav avê
Li gorî agahiyan, bûyer doh êvarî li navçeya Bêrecûkê rû da.
Havva Çelîkê xwestiye li ser zinarên qeraxa Çemê Feratê wêneyan bigire.
Lê di wê demê de ji nişka ve hevsengiya xwe ji dest daye û ketiye nav avê.
Piştî ku ketiye avê, bi pêlan re çûye û winda bûye.
Malbatê alîkarî xwest
Malbata wê piştî ku bi rewşê hesiya, telefonî aliyên pêwendîdar kir.
Malbatê ji tîmên tenduristiyê, cendirmeyan û tîmên lêgerîn û rizgarkirinê alîkarî xwest.
Tîmên hewarçûnê yekser çûn cihê bûyerê.
Wan dest bi xebatên lêgerînê kir û di encamê de cenazeyê Havva Çelîkê di nav avê de hat dîtin.
Piştî lêkolînên destpêkê yên li cihê bûyerê, cenazeyê wê ji bo otopsiyê sewqî Saziya Tiba Dadî ya Rihayê hat kirin.
Tîmên cendirmeyan li ser bûyerê dest bi lêpirsînê kir.



